Ji 15 bajaran hemû pêkhate tevlî seferberiyê bûn

Piştî daxuyaniya rêveberiya Kantona Cizîrê, partî û rêxistinan, ji 15 bajarên kantonê, bi dehan rêveber û endamên rêxistin û meclisan ên ji pêkhateyên Ereb, Suryan, Ermen û Kurd tevlî seferberiyê bûn.

Ji 15 bajaran hemû pêkhate tevlî seferberiyê bûn
7 sibat, 2025   13:03
QAMIŞLO

Endamên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, partiyên siyasî, tevgerên jinan û saziyên civakî di 5`ê Sibatê (2025) de ji bo tevlîbûna seferberiyê ya ku di 2`ê Kanûna 2024`an de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû ragihandin, daxuyanî da.

Di daxuyaniya ku li bajarê Qamişlo hat dayîn de, hat diyarkirin ku rêveber û endamên saziyên ev daxuyanî dane, wê di çarçoveya seferberiyê de tevlî refên QSD’ê yên berxwedanê bibin.

Piştî daxuyaniyê, komek ji rêveber û endamên saziyan hat avakirin û berê xwe dan eniyên berxwedanê.

Li gorî agahiyên ku me ji berpirsyarên grupê girtine, ji 15 bajarên Kantona Cizîrê bi dehan Kesan di grubê de cih girtin. Hat gotin ku di nava komê de rêveber û endamên Kongra Star, PYD, Rêveberiya Xweser, 6 saziyên girêdayî TEV-DEM’ê û meclisên gel ên bajaran hene.

Kom ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen pêk tê.

(sb/a)

ANHA