Macron sibe diçe Qubrisê

Serokê Fransayê Emmanuel Macron sibe serdana Qubrisê dike da ku hevgirtina xwe bi endamê NATOˊyê re nîşan bide.

Macron sibe diçe Qubrisê
8 adar, 2026   21:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa bi dronan a li dijî baregeha Brîtanayê ya li herêmê û şandina keştiyeke şer a Fransayê bo Deryaya Navîn, serokê Fransayê Emmanuel Macron sibe (09 Adar ) serdana Qubrisê dike.

Li gorî nivîsgeha serokê Fransayê, Macron dê li Pafosê bi hevtayê xwe yê Qubrisî Nikos Christodoulides û Serokwezîrê Yewnanîstanê Kyriakos Mitsotakis re bicive da ku "hevxemiya" xwe bi dewleta endamê YEˊyê re nîşan bide û hûrguliyên gavên ku bi armanca "xurtkirina ewlehiyê li dora Qubrisê û li Rojhilata Navîn" pêşkêş bikin.

Koşka Elysée jî diyar kir ku "armanca vê serdanê ew e ku hevxemiya Fransayê bi Qubrisê re ku dewletek endam a Yekîtiya Ewropayê ye nîşan bidin." Fransa destnîşan kir ku helwesta wê li herêmê "bi tevahî parastinî ye" û ev serdan dê bihêle ku Macron girîngiya misogerkirina ewlehiya deryayî li Deryaya Sor û Tengava Hurmizê bike.

(fr)