Îranê êrişî başûrê Erebistana Siûdî kir; 2 kes hatin kuştin

Di êrişa Îranê ya li ser parêzgeha El Xerc a Erebistana Siûdî de 2 kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bû.

Îranê êrişî başûrê Erebistana Siûdî kir; 2 kes hatin kuştin
8 adar, 2026   21:05
Navenda Nûçeyan

Li gorî AFPˊê, di êrişa Îranê ya li ser parêzgeha  El Xerc a Erebistana Siûdî de, 2 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Berdevkê Parastina Sivîl di postek li ser platforma Xˊê de diyar kir ku moşek li yek şîrketên çaksazî û paqijiyê ya parêzgeha El Xerc ket, di encamê de 2 kes ji hemwelatîbûna Hindistan p Bangladeşê hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Li El Xerc baregehek hewayî heye, ji 28ˊê Sibatê ve anku ji destpêka şer ve rastî êrişan tê.

Saziya Parastina Sivîl a Siûdî destnîşan kir ku Îran ji bo tolhildana êrişa Amerîkî-Îsraîlî ya li ser wê, êrişên xwe yên li ser welatên Kendavê didomîne.

(fr)