Li Qamişloyê di xwarina fitarê de banga xurtkirina yekitiya neteweyî

Kongreya Îslama Demokratîk bang li oldar, îmam û rûspiyên civakê bang li xurtkirina yekitiya civakê kir û diyar kir ku divê cihêrengiya civakê bibe pirek ji bo hevnaskirinê ne cudakirinê.

8 adar, 2026   21:51
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk li hola Zana ya Qamişloyê bi amadebûna hejmarek oldar û îmamên mizgeftan û şandeyek ji rûspî û nûnerên malbatên şehîdan xwarina fitarê çêkir.

Di axaftina destpêkê de hevserokê kongreyê, Mela Mihemed Reşîd El Xerzanî diyar kir ku kombûna di vê meha pîroz de rihê biratî û hevgirtinê nîşan dide û destnîşan kir ku ev çalakî ji hêla Saziya "Mala Kurdan" ya li Diyasporê ve hat lidarxistin.

El Xerzanî anî ziman ku krîzên rûbirûyî cîhana îslamî tên ji ber nebûna hişmendiyê li gel hin siyasetmedar, oldar û rewşenbîran e, wê jî hişt gel ji hêla hêzên mezin bibin amûr.

El Xerzanî bang li oldar, îmam û rûspiyên civakê kir ku ruxmî cihêrengiya mezheb, netewe û taîfê yekitiya neteweyî xurt bikin û got ev cihêrengî divê bibe pirek hevnaskirinê ne sedemek cudakirinê.

(ac/fr)

ANHA