Lûtkeya NATO’yê dest pê kir

36’emîn Lûtkeya NATO’yê bi forûma Pîşesaziya Parastinê dest pê kir. Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte ragihand ku dê filoya tankerên pirneteweyî ji bo xurtkirina hêza hewayî bê kirin.

Lûtkeya NATO’yê dest pê kir
7 tîrmeh, 2026   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Qasra Serokkomariyê ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê Civîna 36’emîn a NATO’yê dest pê kir. Civînê bi foruma Pîşesaziya Parastinê dest pê kir. Serok û wezîrên 32 dewletên endamên NATO’yê di civînê de amade bûn. Civîn dê 2 rojan berdewam bike û piştî civînê jî di navbera serokên dewletan de hevdîtin dê pêk werin.

 Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte beriya forûmê axivî û anî ziman ku wan di Civîna Lahey de biryar girtibûn ku zêdetir hilberîna pîşesaziya parastinê bikin û got: “Li Enqereyê encamên şênber ên vê biryarê tên dîtin. Li her du aliyên Atlantîkê dewletên mutefîk û şîrketên pîşesaziyê projeyên mezin ku bi milyonan pêk tên îmze kirin.”

 Her wiha Rutte ragihand ku di civînê de dê filoya tankerên pirneteweyî ji bo xurtkirina hêza hewayî bê kirin û wiha got: “Di vê çarçoveyê de, welatên hevalbend dê wekî beşek ji fîloyên tankerkirina hewayî, 12 balafir ji Airbusê bikirin. Projeya, di bin serokatiya pîşesaziya Airbus a li Ewropayê de tê meşandin, hevkariya NATO-AB berfireh dike û heta şirîkên pîşesaziyê yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dirêj dibe. Van balafirên zêde, dê li deverên deryayî yên fireh, rojê û şevê çavdêriya bênavber pêk bînin.”