Li Tirkiyeyê li dijî Lûtkeya NATO’yê çalakî

Li ser banga Koordînasyona ji NATO’yê re Na, parlamenter jî di nav de endam û nûnerên partiyên sosyalîst û demokratîk Lûtkeya NATO’yê protesto kirin. Di protestoyê de gelek kes hatin binçavkirin.

Li Tirkiyeyê li dijî Lûtkeya NATO’yê çalakî
7 tîrmeh, 2026   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga Koordînasyona Ji NATO’yê re Na, li parqa Kurtuluş a navçeya Çankaya ya bajarê Enqereyê a Tirkiyeyê li dijî Lûtkeya NATOyê ku li Qesra Serokkomariyê pêk tê, çalakî li darxist. Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, parlamenterên EMEPê Îskender Bayha, Sevda Karaca û gelek endam û nûnerên partiyên sosyalîst tevlî çalakiyê bûn. 

Girsêya ku xwest lûtkeya NATO’yê protesto bike ji aliyê polîsan ve hat dorpeçkirin. Girsê demekê dirêj di bin dorpeçê de ma û bi berzkirina dirûşmeyan nerazîbûna xwe nîşanî NATO’yê da.

Lê girseya ku Lûtkeya NATO’yê xwestin protesto bikin, rastî êrîşî polîsan hatin û gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Çalakiya li dijî NATO’yê di bin dorpeça polîsan de berdewam dike.