Li Şamê teqîn

Hemwextî serdana serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a li Şamê, li ser rêya di navbera Pira Victoria û Meydana Umewîyîn de teqîn çêbûn.

Li Şamê teqîn
7 tîrmeh, 2026   11:24
ŞAM

Beriya çend kêliyan li Şamê teqîn çêbûn û hêzên ewlekariyê ketin nava seferberiyê. Heya niha desthilata Sûriyeyê der barê teqînan û encamên wê de daxuyanî nedane.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, li dirêjahiya rêya di navbera Pira Victoria û Meydana Umewîyîn de rêzeteqîn li nêzî Otela Forsînozer, Wezareta Turîzmê û devera nêzî Pira Victoriyayê teqînan rû daye.

Piştî teqînan aliyên têkildar lêkolîn dane destpêkirin. Heya niha der barê bûyerê û ziraran de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Teqîn hemwextî serdana serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ku duh gihaşt Şamê, rû dan. Piştî teqînan Qesra Élysée daxuyaniyek da û diyar kir ku rewşa Macron baş e.

Ajansa Nûçeyan a hikumetê ya Sûriyeyê (SANA) wêneyên Macron li Koşka Gel a li Şamê weşand ku hevdîtinên xwe li gel Ehmed El Şera didomîne, weşand.

(bb)