Li Rojhilatê Kurdistanê 4 kes hatin destgîrkirin

Di nava 2 rojan de 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin destgîrkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê 4 kes hatin destgîrkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê 4 kes hatin destgîrkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê 4 kes hatin destgîrkirin
11 nîsan, 2025   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Rojhilatê Kurdistanê di nava 2 rojên borî de 4 welatiyên Kurd li Sine, Seqiz û Mazenderanê ji aliyê hêzên îstîxbarata dewleta Îranê ve hatine destgîrkirin.

Çavkaniyan ragihand ku her çar kes bêyî fermana dadwer hatine destgîrkirin û birine cihekî nediyar.

Navên welatiyên destgîrkirî wiha ne: Rêbwar Erjengî, Hemîd Seîdî, Peyman Şêx Xelamî û Nerîman Rendanî.