Li Urmiyeyê 2 ciwanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

Rejîma Îranê li Urmiyeyê du ciwanên Kurd ji aliyê hêzên artêşa pasdarên Îranê ve hatin binçavkirin.

Li Urmiyeyê 2 ciwanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin
31 gulan, 2026   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî yên Rojhilatê Kurdistanê, danê sibehê rejîma Îranê du ciwanên Kurd li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê, bêyî fermana dadwer binçavkirin.

Her du ciwan bi tometên giran tên sûcdarkirin û niha ji aliyê hêzên artêşa pasdarên Îranê ve tên girtin.

Vê yekê malbatên ciwanan xistiye fikarê, ji ber ku bêyî fermana yasayî rejîma Îranê dixwaze bi tometên giran ceza li ser wan de bisepîne. Lê ti belgeyek ji bo sepandian van tometan li holê nîne.

Çalakvanên mafê mirovan hişyarî didin ku dezgeha ewlehiyê ya ser bi rejîma Îranê hertim van tometên bê bingeh ji bo bêdengkirina welatiyan û çêkirina tirsê di nav civakê de bikartîne.

Hêjayî gotinê ye ku her diçe zext, girtin, binçavkirin û darvekirinên rejîma Îranê yên li dijî welatparêz, çalakvan û girtiyên siyasî zêdetir dibe. Tenê di nava vê heftiyê de zêdetirî 10 kesan bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin. Ji ber bêdengiya civaka navneteweyî jiyana gelek girtiyan dibin metirsiya darvekirinê dene.