Di êrişên li ser Xezayê de 7 kes hatin kuştin

Di bombebaran û topbarana Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezayê de 7 kes hatin kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de 7 kes hatin kuştin
25 cotmeh, 2026   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di êrişên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Şerîda Xezayê de 7 kes hatin kuştin.

Di êrişa balafirên Îsraîlê ya li derdora Zanîngeha Îslamiyê ya bajarê Xezayê de 4 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûn.

Di êrişa li nêzî herêma pîşesaziyê ya li bajarê Xan Yûnisê yê başûrê Şerîda Xezayê ya ser komeke welatiyan de 2 bira (Ela û Nebîl Ebû Zayid) hatin kuştin. Her wiha di êrişa dronekê ya li ser mezreyekê li Dêr Beleh Hemdan Selman Ebû Umra (33) hat kuştin.

Li başûrê Dêr Belehê jî zaroka bi navê Fatme El Beyok (8) bi guleya artêşa Îsraîlê hat kuştin. Fatme El Beyok ferdê malbatê yê di êrişa 2023’yan a êrişa Îsraîlê li ser Xan Yûnisê de rizgar bûbû, ye.

(f)