Şêniyên Hesekê bi yek dengî gotin: Bê Serok jiyan nabe

Li Hesekê di meşa ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat lidarxistin de bênavber dirûşmeya, "Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin.

Şêniyên Hesekê bi yek dengî gotin: Bê Serok jiyan nabe
Şêniyên Hesekê bi yek dengî gotin: Bê Serok jiyan nabe
Şêniyên Hesekê bi yek dengî gotin: Bê Serok jiyan nabe
Şêniyên Hesekê bi yek dengî gotin: Bê Serok jiyan nabe
Şêniyên Hesekê bi yek dengî gotin: Bê Serok jiyan nabe
Şêniyên Hesekê bi yek dengî gotin: Bê Serok jiyan nabe
Şêniyên Hesekê bi yek dengî gotin: Bê Serok jiyan nabe
20 gulan, 2024   13:36
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û bajarokên wê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û biryara dawîn a qedexekirina hevdîtinê heta 3 mehan, meşiyan.

Meş ji pêşiya Parka Rêber Apo ya li taxa Nasira dest pê kir. Di meşê de  wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî", "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye û berxwedana gerîla rûmeta me ye" hatin vekirin.

Meş li çerxerêya taxa Kelase veguherî mitingê. Li wir endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso axivî û û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji van biryarên li dijî mafên mirovan, dixwaze li pêşiya demokrasî û azadiya gelan bigire, li ser desthilatê bimîne û  vîna gelan û hêviyên wan bin pê bike."

Oso berxwedana Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de bi "dîrokî" wesifand û silav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî erka tevahî civakan e. Felsefeya Rêbertî civakan ji zordestiyê û çewisandinê xilas dike û vîna civakan temsîl dike."

(şx)

ANHA