Hanî Silêman: Dibe şerê Îranê hevsengiya hêzan ji nû ve saz bike

Lêkolînerekî kar û barên Îranê Hanî Silêman diyar kir ku berdewama şerê DYA-Îsraîlê yê li dijî Îranê dibe ku hevsengiya hêzên li herêmê ji nû ve biguherîne û heya bi salan bandorê li îstîqrara wê ya siyasî û aborî bike.

Hanî Silêman: Dibe şerê Îranê hevsengiya hêzan ji nû ve saz bike
13 adar, 2026   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Der barê şerê Îsraîl-DYA û Îranê û bandorên wê yên siyasî û aborî yên li herêmê de, lêkolînerê kar û barên Îranê Hanî Silêman ji ajansa me re axivî.

Hanî Silêman têkildarî bandorên siyasî yên şer anî ziman ku şer dê bandoreke rasterast li ser cewhera hevsengiyên hêzên herêmî bike, ji ber ku encamên şer dibe ku bibin sedema guhertineke zelal di hevsengiya hêz û têkiliyên di navbera welatên herêmê de, nemaze der barê siberoja rola Îsraîl û Îranê li Rojhilata Navîn de.

Silêman destnîşan kir ku beşeke girîng ji bandorên wê bi xwezaya têkiliyên herêmî yên Îranê ve girêdayî ye û sedema vê yekê wiha şîrove kir: “Polîtîkayên Îranê yên di salên borî de û destwerdanên li hin welatên cîran, aloziyeke mezin di têkiliyên wê yên li gel hejmareke welatan re çêkirine. Dibe ku ev yek bandorên demdirêj bihêle, nemaze di têkiliyên wê yên li gel welatên Kendavê de."

Li gorî Silêman, bi taybetî li welatên Kendavê yên rastî êrişan hatine, dibe ku pergalên siyasî yên li herêmê bêtir ber bi xurtkirina sîstemên ewlehiyê yên takekesî û kollektîf ve biçin û ev yek dê wan teşwîq bike ku çi bi awayekî ferdî yan jî bi rêya hevkariya herêmî yên wekî Konseya Hevkariyê ya Kendavê, nêzîkatiyên ewlehiyê yên nû bi pêş ve bibin. Dibe ku li herêmê pêşbaziyeke çekan çêbe, nemaze li gel ku hin welat dixwazin lêçûnên xwe yên leşkerî zêde bikin û pergala parastina mûşekan ên pêşketî, bêtir veberhênan bikin.

Têkildarî rewşa navxweyî ya Îranê Silêman ev pêşbînî kir: “Berdewama şer dibe ku bandora tevgerên tundraw di biryardanê de xurttir bike û bibe sedema helwesteke hişktir û hewldanên zêdetir ji bo pêşxistina şiyanên leşkerî û bernameya mûşekan, di encamê de herêmê ji bo demeke dirêj di rewşeke aloziyê de bihêle.”

Silêman destnîşan dike ku mimkun e ev pêşketin bi çend senaryoyan werin, yek ji wan jî berdewamiya polîtîkayên heyî yên rejîma Îranê yan guhertinên navxweyî ye. Lê îdia dike tiştê diyar ew e ku herêm dikeve qonaxeke tevlihev ku dikare bibe şahidê ji nû ve xêzkirina nexşeya hêza siyasî.

BANDORÊN ABORÎ

Hanî Silêman têkildarî bandorên aborî yên şer jî got: “Şer eger dewam bike dê bandorek rasterast li ser aboriya welatan û gelên wan bike. Lêçûna şer û windahiyan dê zehmet be ku werin telafîkirin. Dibe ku bandorê li bernameyên pêşkeftinê û planên veguherîna aborî yên ku ji hêla hin welatan ve hatine pejirandin, wekî planên aborî yên li Erebistana Siûdî û Îmratê, di nav de vîzyona Siûdî ya sala 2030'ê ya ku li ser bingehê îstîqrarê yê bike.”

Silêman got: "Dibe ku ev hevsengî were hejandin, di encamê de jinûve sazkirina armancên pêşîn ên aborî werin ferzkirin, mimkin e ku li şûna projeyên geşkirinê, lêçûnên parastinê û leşkerî werin zêdekirin. Di heman demê de dibe ku bazarên herêmê jî bandor bibin, bi taybetî der barê karkerên ji derve tên û veguhestina pereyan de. Di encamê de bandorê li aboriyên welatên cîran yên bibe.”

Têkildarî enerjiyê jî Silêman anî ziman ku sektora enerjiyê dê hem di warê hilberandina petrolê û ewlehiya dabînkirinê de û hem jî di warê potansiyela ku nakokî veguhere pêşbaziyê li ser çavkaniyên enerjiyê û rêyên deryayî de di navenda van bandoran de bimînin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dibe ku ev yek bibe sedema astengiyên di tevgera bazirganî û navgînasyona navneteweyî de. Zêdetirî vê yekê dibe ku bandorên potansiyel li ser zincîrên finanseya cîhanî, bilindbûna bihayan û paşketina aborî li herêmê. Dibe ku hin welat  bi bandorên rasterast re rû bi rû bimînin, wekî Misir heke navîgasyona bi rêya Kanala Suweyşê bandor bibe, an jî welatên Kendavê heke îxracata wan a petrol û gazê were astengkirin.”

Silêman îşaret pê kir ku şer di heman demê de aliyên îdeolojîk ên zelal jî hildigire ku dê bandorê li bawerî û nasnameyan di nava civakên herêmê de bike û wiha axivî: “Xîtaba Îranê xwe dispêre prensîbên îdeolojîk ên girêdayî çanda Şoreşa Îranê wekî ramana 'îxrackirina şoreşê' û xîtaba 'berxwedanê li dijî projeyên Amerîka û Îsraîla ye. Li beramberî wê, Îsraîl jî di çarçoveyek îdeolojîk de ku bi projeya Îsraîla Mezin ve girêdayî ye tevdigere, hewl dide ku rewşa herêmî ya heyî bikar bîne da ku gefan kêm bike û bandora xwe xurt bike, nemaze piştî pêşketinên ku di qadên girêdayî Îranê de, wekî Lubnan, Xeza û Sûriyeyê, hatine dîtin. Ev aliyên îdeolojîk dikarin bandorê li raya giştî ya hundir û welatên herêmê de jî bikin. Dibe ku di hin civakan de hasten piştevaniya bi Îranê re derkevin pêş. Di heman demê de dibe ku dijberiya wê di yên din de derkeve holê. Mijara nasname û baweriyan dikare bibe faktorek bi bandor di rêvebirina pevçûn û encamên wê de. Dibe ku herêm bibe şahidiya vejîna xîtabên siyasî û olî yên bi berxwedan an û şerê îdeolojîk ve girêdayî bike."

Hanî Silêman edîtorê kovara ‘Afaq Siyasiye’ û rêveberê Navenda Erebî ya Lêkolînan e. Gelek lêkolînên wî di kovarên erebî û yên navneteweyî de hatine weşandin.

(bb)