Li Sûriyeyê zimanê nefretê krîzan kûr dike

Li Sûriyeyê zimanê nefretê gelekî tê bikaranîn û provokasyon têne kirin. Çavdêran bang kir ku pirrengiya Sûriyeyê were parastin.

Li Sûriyeyê zimanê nefretê krîzan kûr dike
8 nîsan, 2026   07:40
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Di demên dawîn de li ser dijîtal medya têgeh û gotinên ku bibin sedema provokasyonan têne bikaranîn. Gotinên wekî "Kî rizgar dike, dê biryar bide", "Hejmara me pir e, hejmara we kêm e", "Eger tu naecibînî, mala xwe kom bike derkeve, erdê Xwedê fireh e", "Ez ji Idlibê me" li ser medyaya dîjîtal bi kar tînin.

Çavdêran anîn ziman ku ev gotin ne tenê girêdayî bûyerên siyasî û civakî yên demkî ne. Li gorî şahidiyên herêmî ev gotin di çarçoveya aloziyên siyasî û civakî yên Sûriyeyê de, êdî ji bo zextê li hinek pêkhateyan bikin û wan paşguh bikin, didin bikaranîn.

Çavdêr dibêjin bikaranîna van gotinan êdî giştî bûye. Welatiyên Sûriyeyê bi pirbûn û kêmbûnê pênase dikin. Di wextekê de ku li Sûriyeyê pirsgirêkên ewlehiyê û civakî hene, ev gotin û têgeh dê bibin sedem ku parçebûyîna civakî kûrtir bibe.

XWEPÊŞANDANÊN LI HEMBERÎ QEDEXEKIRINA ALKOLÊ

Rayedarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi fermî vexwarina alkolê qedexe kir. Welatiyan nerazîbûna xwe nîşan da û derketin xwepêşandanan. Bi vê biryarê ve girêdayî li Dêrazorê şênî derketin kolanan û got: “Kî dixwaze şerabê vexwe, bila biçe Ewropayê, Sûriye dewleteke îslamî ye.”

Xiristiyan û pêkhateyên dîtir li ser medyaya dîjîtal diyar kir ku nakokiyên bi biryarên giştî ve girêdayî ne, pêwendiya wê bi nasname û olê ve didin çêkirin. Êdî ne li ser azadiya ferd û qanûnan tê nîqaşkirin, li ser modela civakê û kî dikare vê modêlê diyar bike, şer tê kirin.

ÊRIŞÎ KAFETERYAYA EL SIQÊLBIYÊ KIRIN

Çavkaniyên herêmî agahî dan ku çekdaran êrişî kafeterya bajarê El Siqêlbiyê ya gundewarên Hemayê kirin. Tê gotin ku xiristiyan her tim diçin wê kafeteryayê.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me li ser vê êrişê kom kirine, çekdaran kafeteryaya El Siqêlbiyê wêran kiriye, destdirêjî li sivîl û sembolên xiristiyaniyê kiriye. Di encama vê êrişê de gel li herêmê derket xwepêşandanan. Di xwepêşandanan de gel daxwaz kir ku ev çekdar werin girtin û cezakirin.

Şahidên bûyerê anî ziman ku di encama zimanê nefretê û provokasyonên li ser medyaya dîjîtal de ev êriş li ser kafeteryayê çêbûye.

Rojnamevan û lêkolîner Raman Yûsiv ji ajansa me re têkildarî mijarê got: “Dema van gotin û têgehan belav dikin dixwazin yek nêrînê li ser civakê ferz bikin û dengê muxalifan paşguh dikin. Her wiha peyam bidin ku kî bi hêz e û hejmara wan zêde ye, ew ê modela civakê diyar bikin. Di van têgehan de mezhebperestî heye û li şûna di civakê de aramî çêbe, parçebuyînê kûr dikin. Dem bi dem ji bo zextê bikin an jî gef li pêkhateyên dîtir bixwin, van gotinan didin bikar anîn. Hemwelatiyan tînin rewşa yan van gotinan qebûlbikn an jî derbikevin derveyî herêmê. Eger berdewam bikin van gotin û têgehan belav bikin û bidin bikar anîn dê kesek nikarbe nêrîna xwe azad bîne ziman. Li Sûriyeyê dê nîqaşên siyasî û civakî kêm bibe."

Raman Yûsiv bi berdewamî got rola rayedarên dewletê heye ku li hemberî xwepêşandanên mezhebperest derkevin û zimanê nefret û provokasyonan bidin sekinandin. Rayedarên dewletê dikarin berê civakê bidin zimanê rêzê bide hemû pêkhateyên Sûriyeyê, pirrengiyê biparêzin û li gorî nêrîna "yên xurt û yên zeîf" nêzî welatiyan nebin. Divê gotin û axaftinên li ser medyaya dîjîtal têne weşandin, bişopînin û sînor ji zimanê nefretê re deynin.

‘YEKRENGÎ LI CIVAKÊ TÊ FERZKIRIN’

Çalakvana civaka sivîl Wail Mela jî ji ajansa me re got: “Eger van axavtin rojane têne belav kirin, tê wateya ku yek rengî û yek siyasetê li ser civakê ferz dikin. Ev yek dibe sedema ku hemwelatî bitirsin û nêrîna xwe neyînin ziman. Di vê rewşê de kes û civakên cûda têne paşguh kirin û zîhniyetperestî û mezhebperestî bi pêş dikeve.”

Wail Mela her wiha got: “Zimanê nefretê dibe sedema hevkarî û pirrengî kêm bibe, cûdahiya siyasî û çandî vediguherê şerê navbera pêkhateyên civakê de. Hikumeta demkî ya Sûriyeyê berpirsyare ku azadiya hemwelatiyan a fikir û ramanên xwe bînin ziman, biparêze. Her wiha kî zimanê nefretê bikarbîne, provokasyonan bikin û tadê li sivîlan bikin, divê werin cezakirin. Şûna zimanê nefretê zimanê ku rêz bide hemû sûriyeyan bi kar bînin."

ROLÊ CIVAKA SIVÎL Û MEDYAYÊ

Raman Yûsiv û Wail Mela diyar kir ku divê civaka sivîl û çapemenî li hember vê diyardeyê tê bikoşin. Çanda ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê hev qebûl bikin, bi hev re bidin û bistînin belav bikin. Têkildarî encamên neyînî yên zimanê nefretê bername û werşeyên kar organîze bikin.

Wail Mela anî ziman ku girîng e civak li kolanê û li ser medyaya dîjîtal zimanê nefretê qebûl neke û parastina nirxên jiyana hevbeş bike.

Raman Yûsiv jî got: “Li hemberî zimanê nefretê divê bertekên neyînî dernekevin. Ji ber ku pirsgirêk kûrtir dibin. Eger zimanê nefretê neyê kontrolkirin û çareseriyeke siyasî û civakî jê re neyê danîn, li şûna qanûn û hevkariya neteweyî li Sûriyeyê bi pêş bikeve dê mentiqê “kî xurt e ew ê Sûriyeyê bi rê ve bibe” derkeve pêş."

ANHA