Bandora êrişan li ser nexweşên talasemiyayê

Di êrişên 6-29’ê Çileya 2026 de bandoreke giran li ser Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a Onkolojî-Talasemiya-Şewatê çêbû. Gelek nexweş ji ber rewşa ewlehiyê tedawî nabin, ji ber nebûna bankeke xwînê û kêmbûna dermanan nexweşên tên nexweşxaneyê jî di mercên zehmet de tedawî dibin.

Bandora êrişan li ser nexweşên talasemiyayê
Bandora êrişan li ser nexweşên talasemiyayê
Bandora êrişan li ser nexweşên talasemiyayê
Bandora êrişan li ser nexweşên talasemiyayê
Bandora êrişan li ser nexweşên talasemiyayê
Bandora êrişan li ser nexweşên talasemiyayê
Bandora êrişan li ser nexweşên talasemiyayê
Bandora êrişan li ser nexweşên talasemiyayê
8 nîsan, 2026   03:25
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Di encama êrişên 6-29’ê Çileya 2026’an ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yek ji qada bandoreke neyînî li ser çêbû jî qada tenduristiyê ye. 

Nexweşxaneya ku herî zêde bandor lê bû Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a Onkolojî-Talasemiya-Şewatê ye. Ev nexweşxane dawiya sala 2023’yan li taxa Enteriyê ya Qamişloyê hat vekirin. Ji herêmên Reqa, Şedadê, Dêrazor û herêma Cizîrê 450 nexweş tedawî dikirin.

Li gorî agahiyên rêveberê nexweşxaneyê Ehmed Hacî dane me, di dema êrişan de nexweşxane 10 rojan girtî ma û nexweşan tedawiya xwe nedît.

Niha nexweşên ji Reqa, Şedadê û Dêrazorê ji bo tedawiyê nayên herêmê. Divê ev nexweş hefteyê carekê xwînê wergirin, lê agahiya wan ji nexweşan tune ye. 3 meh e ev nexweş nehatine tedawiya xwe. Li wan herêman nexweşxaneya talasemiyayê tune ye.

Ehmed Hacî dibêje: “Di halê hazir de hejmareke diyar a nexweşan tune ye. Di destpêka şer de nexweşên Til Hemîs, Til Birak û Til Koçberê nedikarî bên tedawiyê. Niha hinek nexweş tên tedawiyê.”

Ehmed Hacî diyar kir ku ji dema vebûna nexweşxaneyê heta niha pirsgirêka peydakirina xwînê heye û got: “Li herêmê bankeke xwînê tune ye. Em bi bangkirin û rûpelên medyaya civakî parve dikin û wisa gel tê xwînê dide. Piraniya caran nexweş bê xwîn in, malbat kesên ku xwînê bidin peyda dikin. Lê digihêje astekê ku malbat jî kesî peyda nakin. Em bang dikin ku li bajarê Qamişloyê bankeke xwînê bê vekirin ku pirsgirêka xwînê ya li herêmê çareser bike. Rêjeya dermanan jî kêm e, tu rêxistin di vî alî de alîkariyeke fermî nakin. Em di peydakirina dermanên biha de zehmetiyê dikişînin. Heyva Sor ji bo peydakirina dermanan hewl dide.”

NEXWEŞIYA TALASEMIYA ÇI YE?

Nexweşiyek xwînê ye û ji dayik û bavan derbasî zarokan dibe. Ji ber kêmbûn an jî nebûna hemoglobînê (molekuleke ku oksîjenê dibe lebatan) di xwînê de çêdibe. Di hucreyên ku hemoglobînê çêdikin de, mutasyon çêdibe. Ji ber wê jî ew hucre yan qet bi awayekî tendurist hemoglobînê hilnaberînin, yan jî pir kêm hildiberînin. Ev jî bandorê li glokên sor (hucre) ên xwînê dike û dibe sedema nexweşiyê.

Rêbazên tedawiyê jî veguhestina xwînê û Chelation Iron (daxistina hesin), neqla mejiyê hestî ye. Di heman demê de ji bo pêşî lê bê girtin jî, beriya jin û mêr bizewicin û zarokan çêkin, divê tehlîla vê nexweşiyê çêkin. Kesên ku tedawiya veguhastina xwînê dibînin, heta dawiya temenê xwe xwîna nû digirin.

ANHA