‘Divê di saziyên dewletê de nûnerên jinan hebin’

Rêveberiya Weqfeya Dara diyar kir ku li Sûriyeyê nûnerên jin di saziyên dewletê de tune ne. Jin cihê xwe di siyasetê de nagirin, divê jinên Sûriyeyê xwe bi rêxistin bikin û daxwaza mafên xwe bikin.

‘Divê di saziyên dewletê de nûnerên jinan hebin’
8 nîsan, 2026   05:05
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Weqfeya Dar a qurbaniyên koçberiya bi darê zorê Şîrîn Îbrahîm ji ajansa me re axivî.

Şîrîn Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de got: “Li Sûriyeyê nûnerên jin ne li gorî tê xwestin li saziyên dewletê hene. Cihê jinan di siyaseta dewletê û rêvebirina wê de, nîn e. Ev bûye bi salan ku jin dibin qurbaniyên şer û nakevin cihê biryarê."’

‘PÊDIVIYA JINAN BI GUHERTINÊ HEYE’

Şîrîn Îbrahîm girîngiya ku jin mafên xwe di destûrê de misoger bikin anî ziman û got: “Pêdiviya me bi destûrekî ku hebûna jinan li Sûriyeyê bibîne û di civakê de derfet bidin jinan ku çalak bin, heye. Pirrengî û dewlemendiya neteweyên Sûriyeyê di destûrê de were naskirin û saziyên jinan ên taybet hebin. Saziyên jinan ne tenê li Şamê werin vekirin, li ser asta tevahiya herêmên Sûriyeyê saziyên jinan werin vekirin. Mafên jinan qanûnî werin naskirin.”

‘HEVKARIYA CIVAKÎ GIRÎNG E’

Şîrîn Îbrahîm di dewama gotinên xwe de wiha got: “Li Sûriyeyê pêdiviya jinan bi hevkariyê heye. Jin ne tenê dema ku buyer diqewimin, dengê xwe berz bikin. Divê her tim dengê xwe bilind bikin. Eger destdirêjî jinekê bikin, tê wateya destdirêjî li hemû jinan hatiye kirin. Eger destpêkê tadê û tûndiyê li jinekê bikin, piştre ew tundî li hemû jinan tê kirin. Mafên jinan têne binpê kirin.”

Di dawiya axaftina Şîrîn Îbrahîm de wiha hat gotin: “Pêdiviya me pê heye ku nûnerên me di hemû saziyên dewletê de hebin. Jin cihê xwe di civaka sivîl de bigirin û di medyayê de kotaya jinan hebe ku hebûna jinan biparêze. Ji ber ku hejmar dê di civakên me de kalîteyê jî biafirînin.”

(np)

ANHA