Li Sûriyeyê 7 kes hatin kuştin

Li deverên cuda yên Sûriyeyê 7 kes ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.

Li Sûriyeyê 7 kes hatin kuştin
2 sibat, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, şêniyên bajarê Maaraba yê gundewarê Şamê, termê mamosteyê li Enstîtuya Bilind a Lêkolînên Zanistî Dr. Hesen Îbrahîm dît . Dr. Hesen Îbrahîm beriya 5 rojan htibû revandin.

Her wiha çekdarên nenas avêtine ser gundê Til Dehab ê rojhilatê Hemayê û 5 kes qetil kirin.

Li taxa El Mezraa ya li bajarê Humsê ciwanek ji aliyê çekdaran ve hat qetilkirin.

Li gorî  Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal (2025) 233 kes (226 mêr, 6 jin û 1 zarok) li deverên curbicur ên Sûriyeyê hatin qetilkirin.

(k)