Berxwedana nobetê li bendava Tişrînê di roja 26’an de didome

Berxwedana nobetê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bendava Tişrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja xwe ya 26’an de berdewam dike.

Berxwedana nobetê li bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
Berxwedana nobetê li bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
Berxwedana nobetê li bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
2 sibat, 2025   11:14
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê çalakiyên xwe yên li ser bendava Tişrînê didomînin.

Berxwedana nobedariyê îro bi beşdarbûna bi sedan şêniyên kantona Cezîrê, bi biryardariyêkî xurt didome.

Li ser bendavê şênî çalakiyên cur bi cur lidar dixin, carna li hev kom dibin û guftogoyan dikin, carna jî durişman berz dikin û bendavê paqij dikin.