Li Stenbolê şewat: 29 kesan jiyana xwe ji dest da

Di encama şewata ku li avahiyeke bilind a li navçeya Beşîktaş a Stenbolê derket de 29 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Stenbolê şewat: 29 kesan jiyana xwe ji dest da
2 nîsan, 2024   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kolana Gundogdu ya navçeya Beşîktaşa Stenbolê di avahiyeke 16 qatî ya ku wek klûbeke şevê tê bikaranîn de şewat derket. Tê texmînkirin şewat di dema nûkirina klûba şevê de derketiye de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne kesên di nûkirina klûba şevê de dixebitin.

Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna ku der barê şewatê de hat destpêkirin de 5 kes hatin binçavkirin.