Li Îranê di êrişekê de polîsek hat kuştin

Li Êranşehr ya parêzgeha Sîstan û Beluçistanê di encama êrişek çekdarî ya li ser navendek polîsan de, polîsek mir.

Li Îranê di êrişekê de polîsek hat kuştin
16 tebax, 2025   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Polîsan ya Sîstan û Beluçistanê ya Îranê, bi daxuyaniyekê ragihand ku danê siharê li Êranşehr ya girêdayî Sîstan û Beluçistanê, komek çekdar êrişî navendek polîsan ya li bajêr kiriye.

Hate gotin ku di encama êrişê de polîsek bi navê Ramîn Sadeqî hatiye kuştin û polîsek jî birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniyê, polîsan jî bersiva koma çekdar daye û hinek çekdar jî birîndar bûne. Piştî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.

Heya niha ti kesê berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.

Hêjayî gotinê ye di 10’ê vê mehê de jî di encama êrişek çekdarî ya li ser navendek polîsan ya li bajarê Serwanî ya dikeve Başûr Rojhilatê Îranê de, polîsek hatibû kuştin û efserek jî birîndar bibû.