Îran hêzeke leşkerî li ser sînorê Rojhilat-Başûr bi cih dike

Artêşa Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dest bi avakirina baregehên nû û lêkirina dîwar kir.

Îran hêzeke leşkerî li ser sînorê Rojhilat-Başûr bi cih dike
7 tîrmeh, 2026   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Îranê piştî şerê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê re, hêzeke mezin a leşkerî ber bi sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ve şandiye.

Hate ragihandin ku li qada sînor a di navbera bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê û navçeya Pêncwên a Başûrê Kurdistanê de bi dehan baregehên nû hatine avakirin û dîwar tê lêkirin.

Vê rewşê çûn û hatina kolberan gelekî zehmet kiriye û metirsiyeke mezin çêkiriye.

Di meha Hezîranê de rejîma Îranê li Bane, Pawe, Merîwan û Mehabadê dest bi operasyonên leşkerî kir û li hin cihan jî şer di navbera hêzên rejîmê û hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de rû da.

Di encama şer de 4 gerîlayên YRK’ê û 6 pêşmergeyên PDK-Î şehîd bûn. Li hemberî vê yekê jî Ciwanên Nîştimanperwerên Kurdistanê 3 nokerên rejîmê ceza kirin. YRK’ê jî ragihand ku di şer de ji hêzên pasdarên Îranê kuştî û birîndar çêbûne.