Li Şerîdaya Rojava 26 kes hatin destgîrkirin, li Xezayê 3 kes hatin qetilkirin

Artêşa Îsraîlê li Şerîdaya Rojava, rayedarên Hemas û şaredarê Qudsê jî di nav de 26 Filistînî destgîr kir. Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê de zarokek keçîn û pitikek di nav de 3 kes hatin qetilkirin.

Li Şerîdaya Rojava 26 kes hatin destgîrkirin, li Xezayê 3 kes hatin qetilkirin
11 îlon, 2025   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), artêşa Îsraîlê li parêzgehên Silfît, Cinîn, Tol Kerem, Ramellah, Beyt Lehem û Xelîl ên Şerîdaya Rojava operasyoneke serdegirtinê pêk anîn.

Heman ajansê ragihand ku di serdegirtinê, rayedarên Hemas û şaredarê Qudsê jî di nav de 26 filistînî hatin destgîrkirin.

Li gorî ajansê ji kesên hatine destgîrkirin, cîgirê Sekterêrê Hemasê Ehmed Ebdulkerîm El Dîk li bajarê Silfît, endamê Meclisa Şoreşgerî ya Hemasê Cemal Hemad ji bajarokê Kefer El Dîk ê rojavayê Silfît, rêveber Hemasê Behcet Asî, Şaredarê Sîla El Zehr Ebdulfetah Ebû Elî hene.

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li kampa Birêc gule avêtin malan di encam de zarokek keçîn û pitikek di nav de 3 kes hatin qetilkirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku tevî fermanên Îsraîlê yên valakirina herêmê, lê ew xebatên xwe li Xezayê didomîne.

WHO’yê der barê mijarê de daxuyaniyek li ser X’ê parve kir û diyar kir ku  ew di nava bajarê Xezayê de xebatên xwe didomîne, her wiha fikarên xwe ji ber fermanên valakirina bajar anî ziman. WHO’yê da zanîn ku pergala tenduristiyê li Xezayê nikare windakirina nexweşxane û tesîsên bijîşkî yên mayî tehemûl bike.

WHO’yê destnîşan kir ku li herêma başûrê Xezayê ku qaşo wekî mirovî hatiye binavkirin, xizmetên têrker tune ne û got, li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) nêzî mîlyon û nîv kes li bajarê Xeza û derdora wê hene. WHO’yê da zanîn ku dema gihîştina nexweşan, ambulans, an pêdiviyan tê astengkirin, xizmetên bijîşkî zû têne astengkirin.

(bb)