Li Şamê bi daxwaza başkirina rewşa debarê xwepêşandan

Li Şamê girseyeke mezin bi daxwaza başkirina rewşa debarê li Qada Yûsif El Ezme xwepêşandan li dar xist. Alîgirên hikumeta demkî hewl da êrişî xwepêşandêran bikin.

Li Şamê bi daxwaza başkirina rewşa debarê xwepêşandan
17 nîsan, 2026   15:37
ŞAM

Li ser banga tevlêbûna xwepêşandana "Qanûn û Rûmetê", îro girseyeke mezin a şêniyan li Qada Yûsif El Ezme ya Şamê xwepêşandan li dar xist.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê dîmenên xwepêşandanê parve kirin. Di dîmenan de diyar dibe ku alîgirên hikumeta demkî hewl didin êrişî xwepêşandanê bikin û xwepêşandanê asteng bikin.

Alîgirên hikumeta demkî êrişî xwepêşandêrekê kir û telefona wê avêt da ku nehêlin dîmenên xwepêşandanê bikişîne.

Kesên ku xwepêşandan bi rêxistsin kiriye, diyar kir ku armanca xwepêşandanê ew e ku balê bikişînin ser pirsgirêkên civakî û aborî yên heyî û banga başkirina rewşa debarê û xurtkirina serdestiya qanûnê bikin.

Çalakvanan duh belavok belav kiribûn û banga tevlêbûnê kiribû. 

(bb)