Bijîşek kuştî hat dîtin

Li bajarê Ceremanayê bijîşkekî ji Siwêdayê di mala xwe de kuştî hat dîtin.

Bijîşek kuştî hat dîtin
17 nîsan, 2026   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Başan 24, cenazeyê bijîşk Enes Husam Belan ê ji Siwêdayê li mala wî ya li bajarê Ceremana yê gundewarên Şamê hat dîtin.

Sedema kuştinê û kesên li pey wê nehatin zanîn.

Aliyên têkildar der barê bûyerê de lêkoîn da destpêkirin û cenazeyê bijîşk bir tiba edlî.

(bb)