Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin

Bi minasebeta Çarşema Sor, Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê şahiyekê li dar xist.

Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
Çarşema Sor li Amûdê hat pîrozkirin
17 nîsan, 2026   14:41
QAMIŞLO

Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê bi boneya Çarşema Sor li gundê Dugirê yê bajarê Amûdê şahiyek li dar xist. 

Di şahiyê de rêveberê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Kongreya Îslama Demokratîk û bi sedan şênî amade bûn.

Hevserokên Mala Êzidiyan Îsmaîl Delef û Leyla Mehmûd di şahiyê de axivîn. Hevserokan cejna Çarşema Sor li haziran pîroz kir û kêfxweşiya xwe anî ser ziman.

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero got: "Em Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) li hemûyan bi taybet civaka Êzidî pîroz dikin. Civaka Êzidî xwedî çandeke gelekî kevnar e. Dijmin her tim civaka me dikir hedef, bi taybet civaka me ya Êzidî. Êzidiyên ku xwedî çandeke hezaran salan in ji bo vê jî bi hemû awayan êriş hebûn lê civaka me serê xwe li hember dijmin netewand.”

Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif jî axivî û Çarşema Sor li Êzidiyan û li hemû gelên Kurdistanê pîroz kir û got: “Divê di Sûriyeya pêşerojê de mafên gelê me yê Êzidî bên dayîn û parastin, em jî soz didin gelê xwe ji bo garantîkirina maf û ola gelê xwe yê Êzidî biparêzin.”

Piştî axaftinan helbestvan Pêşeroj Cewherî helbest xwendin û dûre govend hate gerandin. Her wiha helbestvan Ferhadê Merdê û hunermend Sîpan Agirî û Nesrîn Botan derketin ser dike û stran pêşkêş kirin.

ANHA