Li rojhilatê Ukraynayê şerekî giran rû dide

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got li eniya rojhilat û bi taybetî li derdora bajarê Pokrovskê şerekî giran rû dide.

Li rojhilatê Ukraynayê şerekî giran rû dide
22 gulan, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky da zanîn ku li eniya rojhilat, bi taybetî li derdora bajarê Pokrovsk şerekî giran didome. Her wiha diyar kir ku hêzên Rûsyayê rojane bi dehan êrişan li wir dikin.

Zelensky got: "Hêzên Ukraynayê jî bi armanca parastina bajarên Sumy û Kharkiv operasyonên xwe di nav axa Rûsyayê de, bi taybetî li herêmên Kursk û Belgorodê didomînin."

Zelensky îdiayên ku dibêjin "Rûsyayê herêma Kursk bi tevahî kontrol kiriye" derewandin û got Kîevê hin pozîsyonên li Kurskê di dest xwe de girtine.

Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê 104 êriş pêk anîne, di nav wan de 43 êriş li nêzî Pokrovskê bûne.

Zelensky her wiha diyar kir ku amadekariyên ji bo pevguhertina hezar girtiyan berdewam dikin.

(bb)