Krîzên li Rojhilata Navîn û zextên li ser Îsraîlê manşetên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de jinûve dîzaynkirina nexşeya Rojhilata Navîn û siberoja pergalên Ereban, her wiha helwestên hêzên rojavayî yên li hemberî Îsraîlê nirxandin.

Krîzên li Rojhilata Navîn û zextên li ser Îsraîlê manşetên rojnameyên erebî ne
22 gulan, 2025   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibehê de cih da siberoja Rojhilata Navîn, zextên li ser Îsraîlê, her wiha biryara Brîtanyayê ya betalkirina muzakereyên der barê peymanên bazirganiya serbest ên bi Îsraîlê re.

‘DENGVEDANA BÛYERÊN DAWÎN’

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser krîzên li Rojhilata Navîn û aloziyên li hin welatên Ereban.

Rojnameyê diyar kir: "Zêdebûna êrişên li ser Xezayê, qîrîna dayikan û dengê rojnamevanan û alarmên hişyarkirinê yên Îsraîlê nîşana dîmeneke teqîner a li herêmê ye."

Rojnameyê bal kişnad ser zêdebûna qada şerê li Sûdanê ku ji rojhilat heya rojava û herêma Eybet rû dide û wek "şerekî jibîrkirî" pênase kir.

Der barê aloziyên li Lîbya, Lubnan û Sûriyeyê de jî rojnameyê wiha nivîsî: "Ev geşedan dihêle mirov wisa bifikire ku planeke mezin ji bo siberoja pergala Ereban tê sazkirin."

Rojnameyê diyar kir ku welatên din wekî Sûdan, Komor û Somalî tevî sozên navneteweyî jî lê tu qezenc ji tevlêbûna xwe ya nava pergala herêmî û erebî nekirine.

‘GELO GUHERTINÊN RASTEQÎN HENE?’

Rojnameya Al Masry Al Yom jî cih da biryara hikumeta Brîtanyayê ya rawestandina dan û standinên peymana bazirganiya serbest a bi Îsraîlê re. Rojnameyê ev biryar wek "Nîşana guhertineke bibandor a siyaseta Londonê ya li hemberî Tel Avivê" nirxand û bal kişand ser rexneyên ewropî yên ji ber rewşa mirovî ya li Xezayê.

Hate gotin: "Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê got rêbaza rêveberiya Îsraîlê ya şerê li Xezayê zirarê dide têkiliyên dualî. Ya ku rû dide di aliyê exlaq de nayê rewakirin."

Rojnameyê destnîşan kir ku ev helwestên ewropî ku heta demek berê sembolîk dihatin hesibandin, niha bûne pratîktir û kêmbûna baweriyê bi polîtîkayên hikumeta Netanyahu nîşan didin.

Li gorî rojnameyê, Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê hewl dide girîngiya wan gavan kêm nîşan bide, lê xîtaba wê rewşeke tecrîda zêde û fikarên li ser windakirina piştgiriya dîrokî ya rojavayî piştrast dike.

‘JI BO DERBASBÛNA ALÎKARIYAN BO XEZAYÊ ZEXT LI ÎSRAÎLÊ TÊN KIRIN’

Rojnameya El Ereb jî cih da zêdebûna êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê û zextên navneteweyî û erebî yên li ser Îsraîlê. Hate gotin, ev nîşan dide ku sebra hin welatên rojavayî li hemberî siyasetên Îsraîlê diqede.

(bb)