Aqûbeta 235 jinên Durzî yên revandî hîna ne diyar e

Ji dema êrişên dijî Siwêdayê û heta roja îro ve aqûbeta 235 jinên Durzî yên revandî ne diyar e.

Aqûbeta 235 jinên Durzî yên revandî hîna ne diyar e
31 tebax, 2025   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 13ˊê Tîrmehê de êrişek dijwar bire ser Siwêdayê. Di navbera wan koman û şervanên xwecihî yên Siwêdayê şer û pevçûnên dijwar derketin. Li gorî bîlançoya dawî ya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama êriş û pevçûnan de nêzî 1990 kes ji her du aliyan hatin kuştin. Ji hejmara giştî ya kuştiyan, 1490 kes ji Siwêdayê ne, di nav de 765 li meydanan hatin înfazkirin.

Li kêlek sûcên qetilkirinê, SOHRˊê 293 rewşên revandina jinên durzî di bûyeran de belge kir, ji wan 42 hatin berdan, du jin di girtîgeha Edra ya Şamê de bêyî darizandin an jî tohmetên zelal ragirtî ne, 14 jin jî piştî revandinê hatine qetilkirin. Di encamê de aqûbeta 235 jinên revandî heta îroj nayê zanîn.

(fr)