Li Reqayê ‘Sempozyûma Firat û Reng’

30 hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin rastiya herêma xwe û gelê xwe di ‘Sempozyûma Firat û Reng’ de ku li Reqayê hatiye lidarxistin, rave bikin.

Li Reqayê ‘Sempozyûma Firat û Reng’
Li Reqayê ‘Sempozyûma Firat û Reng’
Li Reqayê ‘Sempozyûma Firat û Reng’
Li Reqayê ‘Sempozyûma Firat û Reng’
Li Reqayê ‘Sempozyûma Firat û Reng’
Li Reqayê ‘Sempozyûma Firat û Reng’
Li Reqayê ‘Sempozyûma Firat û Reng’
14 kanûn, 2023   15:19
REQA

Sempozyûma Duyemîn a Hunera Şêwekariyê ku ji aliyê Komîteya Çandê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê ve bi navê ‘Firat û Reng’ tê organîzekirin, di roja xwe ya duyemîn de didome.

Sempozyûmê duh bi beşdarbûna 30 hunermendên ji kantonên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Navenda Çandê ya Reqayê dest pê kir.

Hevserokê Komîteya Çandê ya kantona Reqayê Lîlav Xelîl diyar kir ku Sempozyûm dê 10 rojan dewam bike û 23'yê mehê bi pêşangeheke berhemên beşdaran bi dawî bibe.

Lîlav Xelîl wiha got: “Armanca vê pêşangehê vejandina hunera şêwekariyê ye, her wiha parvekirina tecrubeyan di navbera hunermendên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.”

Çaverê ye ku her hundermendek bi 2 tabloyan beşdarî pêşgangehê bibe.

(şx(

ANHA