Li Reqayê aliyekî rêgeza xwetêrkirinê; çandina darên berhemdar 

Li başûrê Reqayê darên berhemdar gelekî tên çandin û ji bo peydakirina rêgeza xwetêrkirinê bi roleke girîng radibin.

28 nîsan, 2024   07:35
REQA
EHMED EL ESAF

Çandina darên berhemdar li kantona Reqayê gelekî berbelav e. Bi peydabûna hewaya guncaw û axa baş re çandina wan geş bû. Bi taybet darên behîv, tirî û hinar, ji 15 salan ve li Reqayê, bi taybet li herêma El Kesrat, tên çandin. 

Der barê vê mijarê de cotkarê bi navê Mihemed El Ferec got: "Herêma El Kesrat bi giştî, cihê çandiniyê ye û ji ber ku li ser beravên çemê Firatê ye, axa wê ji çandiniyê re baş e.”

El Ferec wiha domand: "Di 10 salên dawîn de, çandina darên berhemdar li herêmê zêde bûye. Cotkar serî lê didin ji ber ku lêçûn kêm e û berhema wan baş e.”

Têkildarî bandora çandina van daran li ser berhemên din wekî genim û pembo El Ferec got: "Ji bo me tu bandor nîn e. Ji ber ku li cem her cotkarekî 4 heta 10 donim erd heye. Ev rûbar jî bandorê li berhemên stratejîk nake.”

Her wiha cotkar sûdê ji rûbera di navbera daran de digirin û tê de sebzeyên cuda wek bexdenûs û pûng diçînin.

Her wiha El Ferec diyar kir ku rewşa hewa ya guherbar, pêlên cemedê û germahiya nerm di zivistanê de erênî bûn û ji bo çandina van daran, faktorên sereke bûn.

Cotkarê bi navê Ebdulwehab El Feysel ê xwedî rezekê ye, got: "Ji 15 salan ve min dest bi çandina daran kir. Çandina wan li herêmê bi ser ket û bi saya koordîneya endezyarên çandiniyê û pisporan, me rez li herêmê çand."

El Feysel da zanîn ku çandina darên berhemdar, rêgeza xwetêrkirinê li herêmê peyda kiriye û berhemên zêde jî dişînin herêmên din.

Cotkaran bang kir ku piştgiriya wan bê kirin û çavdêriya dermanxaneyên çandiniyê bê kirin, dermanên pêwîst û guncaw ji daran re bên peydakirin.

Heta niha serjimariyeke zelal a darên berhemdar û yên zeytûnan li herêmê tune ye.

Nivîsgeha Şêwiriyê ya Desteya Çandiniyê û Avdanê ya kantona Reqayê ragihand ku plansaziyek ji bo çandina darên berhemdar danîne û desteyê û Nivîsgeha Plankirinê û Serjimariyê hewl dide van daran bihejmêre.

Li kantona Reqayê 93 hezar hektar bi rêya projeyên avdanê têne avdan, 190 hezar donim jî bi rêya çeman tên avdan û 140 hezar donim jî bi rêya bîran tên avdan.

(şx)

ANHA