‘Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo me bûne bingeh’

Yûnis Hac Silo 3 caran bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye. Silo got ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji wan re bûne bingeh.

‘Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo me bûne bingeh’
28 nîsan, 2024   03:06
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Yûnis Hac Silo ji gundê Dêrna Qulinga yê navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ye. Di salên 1980’yî de ramanên Rêber Abdullah Ocalan nas kirine. Yûnis Hac Silo 3 caran; sala 1991’ê li Lubnanê, 1994 û 1997’an li Şamê bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyaye.

Silo têkildarî naskirin û hevdîtinên xwe yên li gel Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî. Silo got: "Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji yên partî û tevgerên din ên kurdî cuda ne. Rêbertî îdeolojiyeke demokratîk ji bo gelê Kurd û gelên din daniye.”

Yûnis Hac Silo diyar kir ku wî hin pêşengên din ên partiyê wek şehîd Mistefa Gulo, şehîd Nezîr û şehîd Xebat nas kirine û wiha dom da axaftina xwe: "Me dît ku ev tevger dikare hêviyên azadî û mafên rewa yên gelê Kurd bîne cih. Piştî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan û naskirina kesayet û ramanên wî ji nêzîk ve, ev fikir ji bo me bûye bawerî.”

Yûnis Hac Silo diyar kir ku ji dema ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di salên 1980’yî de belav bûye, şerê taybet li dijî vê, hewldanên reşkirina Rêber Abdullah Ocalan û hêzên gerîla dest pê kir û êrişên artêşa Tirk a dagirker nesekinîne. Hac Silo got: "Tevahî êriş têk çûn. Çi kesên ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji nêzîk ve nas kirine, dizanin ku kesekî afirîner e."

Hac Silo bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan karîbû rewşê analîz bike û pêşbiniya guhertinên siberojê bike û got her çi qas hin partiyên kurdî qebûl nakin jî lê analîzên Rêber Abdullah Ocalan piştre bûne rastî.

Yûnis Hac Silo bal kişand ser tevkariya PDK’ê ya bi artêşa Tirk a dagirker re jî û wiha domand: "Tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ya li dijî gerîla, pêşwaziya wê ya li kesekî mîna Erdogan ku rojane Kurdan qetil dike, cihê mixabiniyê ye."

Yûnis Hac Silo di dawiya axaftina xwe de got: “Çawa gerîla di dirêjahiya zêdetirî 40 salan de bi ser ket, em di wê baweriyê de ne ku dê dîsa bi ser bikeve. Berdîl çi dibe bila bibe em ê piştgiriyê bidin gerîla.”

(bb)

ANHA