Heftename: Muxalefetê rê li ber lihevkirineke di navbera Iraq û Tirkiyeyê de girt

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de serdana Erdogan a li Iraqê, şerê Îsraîl û Hemasê û geşedanên Yemenê nirxandin.

Heftename: Muxalefetê rê li ber lihevkirineke di navbera Iraq û Tirkiyeyê de girt
28 nîsan 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ereb El Londoniye têkildarî serdana serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Iraqê nûçeyek bi sernavê "Hêzên şîe rê li ber beşdarkirina Iraqê di şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKK’ê de girt" weşand.

Di nûçeyê de hate gotin: "Hêviyên mezin ên Tirkiyeyê ku Iraq bi awayekî çalak beşdarî şerê wê yê li dijî PKK’ê bibe, rastî îtîrazên tund ên hêzên siyasî û komên çekdar hat. Sedemên van îtîrazan pirsgirêkên navxweyî yên girêdayî têkiliyên wan hêzan ên bi PKK’ê re, ya din meseleyên herêmî yên girêdayî Îran û hevsengiyên hêzên li Iraqê ye ku Tehran naxwaze wan li ser hesabê aliyekî dijberî xwe bişikîne.”

ÎSRAÎL LI HEMBER 2 VEBIJÊRKAN E

Rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeya xwe ya têkildarî şerê li Xezayê de da zanîn ku Îsraîl niha li hember 2 vebijêrkan e; ya yekê êrişî Refehê bike ji bo ku fişarê li ser Hemasê zêde bike da ku ew jî lihevkirina dîlgirtiyan qebûl bike. Lê 2 metirsiyên vê vebijêrkê hene; dê rageşiya bi DYA, Misir û dewletên din re girêktir bibe û jixwe Hemas guh nade fişarên wiha.

Rojnameyê cih da daxuyaniya ku Desteya Weşanê ya Îsraîlê "Kan"ê daye ku wezîrên hikumeta biçûk "Dest bi sazkirina manşêtên dan û standinên nû bi Hemasê re kiriye."

Li gorî rojnameyê, Misir însiyatîfek pêşkêşî Halevy û Bar kiriye ku li gorî wê însiyatîfê, Îsraîl êrişî Refehê nake, bi şertê ku dan û standin ji nû ve dest pê bikin û bigihêjin lihevkirina pevguhastina dîlgirtiyan. Her wiha di însiyatîfê de lihevkirineke nû li ser bingeha Lihevkirina Parîsê hatiye pêşniyarkirin.

DYA ÎRADEYA ÇARESERIYÊ ASTENG DIKE

Rojnameya El Exbar a Lubnanê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, ragihand ku "Erebistana Siûdî û Uman plan dikin têkildarî nexşerêya nûnerê NY’yê yê Yemenê Hans Grundberg, di dawiya Kanûna borî de pêşkêş kiribû, civînên nû li dar bixin.”

Çavkaniyên ragihandinê yên nêzî Hûsiyan jî pêşbîn dikin ku eger DYA îtîrazê neke, dibe ku toreke civînan di navbera Sena û Riyadê de were lidarxistin. Çavkaniyan diyar kir ku kêmkirina aloziya aborî ya di navbera Sena û Edenê de, ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji bo dayîna mûçeyên karmendan dê rojevên civînan bin.”