Li Qana çandiniya malên plastîkî û berhevkirina pêşdem

Li Cotkarên  gundê Qana qada bi destpê komkirina xiyar kir û amadekariyê berhevkirina firingiyan dike. Her wiha diyar kirin kir ku mirov dikare bi ked û afirîneriyê axê veguhêze jêdereke dewlemend a xwarinê.

Li Qana çandiniya malên plastîkî û berhevkirina pêşdem
Li Qana çandiniya malên plastîkî û berhevkirina pêşdem
Li Qana çandiniya malên plastîkî û berhevkirina pêşdem
Li Qana çandiniya malên plastîkî û berhevkirina pêşdem
Li Qana çandiniya malên plastîkî û berhevkirina pêşdem
Li Qana çandiniya malên plastîkî û berhevkirina pêşdem
24 nîsan, 2025   08:40
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Şêniyên gundê Qana (30 KM dûrî bajarê Şedadê) yê başûrê kantona Cizîrê di salên dawîn de çandinî li gundê xwe pêş xistin. 

Ew jî bi rêya bikaranîna rêbazên nûjen ên çandiniyê, di serî de avdana bi dilopan û malên plastîkî. Di encamê de hilberîn baş bû û qezenca ji çandiniyê jî zêdetir bû.

Li gund berhemên xiyar, zebeş, firingî, pîvaz û sîran stûna çandiniyê ne. Zêdetirî nîva rûbera çandiniyê ya herêmê bi van berheman tên çandin.

ALÎKARIYA PISPORÎ Û ENCAMÊN BERÇAV

Girêdayî mijarê, cotkar Ehmed El Eklê got ku ev pêşketin di encama keda takekesî û alîkariya pisporî de rû da. Nexasim alîkariya endezyarê çandiniyê Mihemed El Elî yê ku rêveberiya pêkanîna projeyên nûjen ên çandiniya yên gund kiriye.

El Eklê diyar kir ku ev alîkarî hişt ew gelek zehmetiyên di plankirina malên plastîkî û danîna sîstemên avdanê de, derbas bikin.

ZEHMETIYÊN ABORÎ Û HEWAYÎ

El Eklê diyar kir ku tevî vê pêşketinê dîsa jî zehmetî hene, di serî de zêdebûna lêçûnê ku lêçûna biçûktirîn projeyên çandiniyê digihîje 6 hezar dolar. Hemwextî wê jî tu alîkariyên aborî ji rêxistin û desteyên çandiniyê nayîn dayîn.

El Eklê got ku rewşa hewayê wekî qeşayê di zivistanê de roleke nerênî dilîzin. Ji bo wê jî malên plastîkî baş werin girtin û got: "Her wiha bayê bakur ê bi toz jî kurmên xerab tîne û ew dihêle cotkar dermanan peyda bike û berhemên xwe biparêze. Ew jî dibe sedema zêdebûna lêçûnê."

MEWSIMEKE GEŞ LI HÊVIYA ÇARESERIYAN E

El Eklê wiha domand: "Em niha di lûtkeya werza berhevkirina xiyaran de ne. Bi hatina serê meha bê re, em ê dest bi berhevkirina firingî û zebeşan bikin. Lê belê ev serkeftin û pêşketin bi alîkariyeke cidî ya aliyên berpirs ve girêdayî ye."

El Eklê bang li rêxistinên çandiniyê û saziyên xwecihî kir ku alîkariyên aborî bidin an jî nirxên kelûpelên çandiniyê erzan bikin. Ji ber ku ev ewlekariya xwarinê û xwetêrkirinê pêk tîne.

BER BI EWLEKARIYA XWARINÊ VE

Tecrûbeya gundê Qada tecrûbeyeke wiha ye ku hêviya pêşerojeke baştir dide Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di encama vê tecrûbeyê de hilberîn baştir dibe, bikaranîna avê kêm dibe û xwetêrkirina li ser asta xwecihî pêk tê. Lê di heman demê de ji ber tunebûna alîkariyên ji saziyan gef li dijî vê tecrûbeyê hene. Ji bo wê pêwistî bi hevgirtinê û domandina van rêbazan heye.

Şêniyên gundê Qadan hêvî dikin ku tecrûbeya wan bibe destpêka gavên mezintir ên ber bi çandiniya pêşketî û domdar ve li kantonê. Her wiha hêvîdar in ku hemwextî guhartinên hewayî û zextên aborî, xwedî li bangên wan were derketin.

(mh)

ANHA