Ji Bendava Tişrînê peyama eşîran: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin

Rûspiyê eşîra Efadile, Şêx Ayid El Hadî ji Bendava Tişrînê bi navê eşîrên herêmê peyamek da û diyar kirin ku dê parastina destkeftiyan bidomînin û li hemberî hemû êrişan bisekinin.

Ji Bendava Tişrînê peyama eşîran: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
23 nîsan, 2025   23:58
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê bi koma ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê dewam dike.

Di çalakiyê de rûspiyê eşîra Efadile, Şêx Ayid El Hadî peyamek da û diyar kir ku ew  eşîrên herêmê dê parastina destkeftiyên hatine bidestxistin bidomînin û li hemberî hemû astengî û êrişan li ber xwe bidin.

Şêx Ayid El Hadî got: "Ligel mercên ku herêmên me tê re derbas dibin, ji bingeha girêdana me ya bi rêzgez û nirxên me yên nîştimanî re, em eşîrên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku helwesta me sabit e, em piştgiriyê didin berxwedana Bendava Tişrînê. Ev bendav ji bo me sembola rûmet û îradeya gelê dixwaze qedera xwe diyar bike."

Şêx El Hadî pesnê projeya Rêveberiya Xweser jî da û wekî "modela demokratîk a herî pêşketî ku asoyên tevkariyê li pêşiya tevahiya pêkhateyan vedike"bi nav kir û wiha domand "Rêveberiya Xweser li ser asta Sûriyeyê xwe wekî modeleke bêhempa îsbat dike. Bi saya vê rêveberiyê ewlehî hatiye pêkanîn û hewl tê dayîn ku hêviyên gelên herêmê yên avakirina civakeke hevgirtî ya bi hêz pêk bîne."

Şêx El Hadî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Fedakariyên wan wekî bîranînên ji rêzê nin in, lê belê wê meşaleyên ku rêya siberoja ronî dikin, bibînin."

Şêx El Hadî anî ziman ku dê berxwedanê berdewam bikin û wiha domand "Em eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soz didin xwe û gelê xwe ku em ê têkoşîna ber bi edalet û azadiyê ve bidomînin. Li hemberî arîşeyan em ê bi destkeftiyên xwe ve girêdayî bin û hevgirtî bimînin da ku siberojeke ronak ava bikin."

Piştre dirûşme hatin berzkirin, stran hatin gotin û govend hatin gerandin.

(mh/bb)

ANHA