Li Qamişloyê şevbuhêrka xwendina kurteçîrokên serketî

Li bajarê Qamişloyê bi amadebûna hejmarek nivîskar, rewşenbîr û helbestvanan şevbuhêrka xwendina kurteçîrokên di Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2ˊyemîn de serketine hat lidarxistin.

17 kanûn, 2025   20:45
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê şevbuhêrkek ji bo xwendina kurteçîrokên di Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokan a 2ˊyemîn de serkeftine li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê organîze kir. Di şevbuhêrkê de hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û helbestvanan amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Yûsif Kotê bixêrhatina amadebûyan kir û diyar kir ku çîrok di çanda Kurd de girîng e. Kotê da zanîn ku kurteçîrokên serketiyan di festîvalê de nehatin xwendin, ji lew re pêdivî bû şevbuhêrkek serbixwe ji bo xwendinê were lidarxistin.

Di şevbuhêrkê de hejmarek kurteçîrokên serketiyan hatin xwendin; kurteçîroka bi zimanê Erebî ya nivîskar Diyaa Îskender, kurteçîroka Kurdî ya nivîskar Medya Berekat, kurteçîroka bi zimanê Erebî ya nivîskar Kurdistan Yûsif, kurteçîroka bi zimanê erebî ya nivîskar Xelîl El Icêl, kurteçîroka Kurdî ya nivîskar Şêrîn Yûsif, kurteçîroka Erebî ya nivîskar Kawa Derwîş.

Di dawiyê de asta serketiyan di kurteçîrokan de hatin ragihandin, spasiya amadebûyan û nivsîkaran hat kirin.

(fr)

ANHA