Mudîriyeta Avahiyan û Belgekirina Arkeolojîk a Şamê hat şelandin

Avahiya "Beyt Zên El Abidîn" a Şamê ya ku Mudîriyeta Avahiyan û Belgekirina Arkeolojîk lê ye, hat şelandin.

Mudîriyeta Avahiyan û Belgekirina Arkeolojîk a Şamê hat şelandin
17 kanûn, 2025   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Mudîriyeta Giştî ya Şûnwar û Muzeyan a girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku li ser rûpela xwe ya medyaya dîjîtal parve kiriye, duh 3 komputer, 2 kamera û kabloyên kehrebê yên Mudîriyeta Avahiyan û Belgekirina Arkeolojîk hatin dizîn.

Avahî li rex "Beyt Xalid El Ezim " (Muzeya Belgekirina Dîrok) ye, ew cihekî ku di Tîrmeha 2023ˊyan de hatibû şewitandin e. Mudîriyetê tevahî belgeyên dîrokî beriya çend salan veguhastibûn cihên ewle.

Piştî meha borî 6 peykerên kevin ji Muzexaneya Wetenî ya Şamê hatin dizîn, ev bûyer pêk hat.

(fr)