Li bajarê Ceremana yê Şamê teqîn

Li bajarê Ceremana yê Şamê dengê teqînê hat bihîstin. Sedema bihîstina teqînê ew e ku mayînek li nêzî dêrekê hatibû çandin, teqiya.

Li bajarê Ceremana yê Şamê teqîn
17 kanûn, 2025   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Şamê daxuyand ku li bajarê Ceremana yê Şamê dengê teqînê li tevahî bajêr hat bihîstin.

Nûçegihan da zanîn ku diyar bû ku mayînek li nêzî dêrekê hatibû çandin teqiyaye. Hat gotin ku ji ber ku yekîneyên endazyariya leşkerî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nikarîn mayîn bê bandor bikira, avêtin bîrekê û teqiya.

Di dîmenên hatine belavkirin ku hin encamên ewlehiyê li cihê çandina mayînê ne, yek ji wan dibêje mayîn veguhastine cihekî din û teqiya, bêyî ku tu zirar çêbibin.

(fr)