Li Qamişloyê pirtûka Diyar Bohtî hate îmzekirin

Nivîskarê Kurd Diyar Bohtî pirtûka xwe ya nû ya bi sernavê ′Bi çavekî cuda Ehmedê Xanê′ îmze kir, ew pirtûka berhema lêkolîn, şîrovekirina felsefeya fîlozofê Kurd ê navdar Ehmedê Xanê ye.

Li Qamişloyê pirtûka Diyar Bohtî hate îmzekirin
Li Qamişloyê pirtûka Diyar Bohtî hate îmzekirin
Li Qamişloyê pirtûka Diyar Bohtî hate îmzekirin
Li Qamişloyê pirtûka Diyar Bohtî hate îmzekirin
Li Qamişloyê pirtûka Diyar Bohtî hate îmzekirin
Li Qamişloyê pirtûka Diyar Bohtî hate îmzekirin
15 mijdar, 2023   20:18
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Weşanxaneya Şilêr bi beşdariya bi dehan kesên rewşenbîr û civakî li Parka Xwendinê ya Qamişloyê şahiya îmzekirina pirtûka nivîskar Diyar Bohtî li dar xist.

Piştî pêşwazkirinê, şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre nivîskar Diyar Bohtî hemû kes û aliyên piştgiriya wî di derxistina vê pirtûka nû de kirine ku encama 2 salên lêkolînê ye, spas kir û wiha got: "Kêfxweşiya min nayê wesifkirin, ne tenê ji bo derxistian pirtûka min a nû, lê belê li ser naveroka pirtûk ku felsefeya fîlozofê Kurd û helbestvan Ehmedê Xanê, şîrove û fikrên wî ye."

Li ser naveroka pirtûka ′Bi çavekî cuda Ehmedê Xanê Bohtî wiha domand: "Mixabin, piranî ji me tenê dizanin Xanê helbestvan e, yek ji stûnên helbesta Kurdî û xwediyê destana Mem û Zîn e. Lê aliyên din di felsefeya wî û nêrînên wî de hene û hîna winda ne. Wî bi rêya Mem û Zînê têgeh û cewhera jiyan, xwedawendî, rewşa civaka Kurd a wê demê, rexnekirina desthilatê şîrove kirin. Di vê pirtûkê de ne şîrovekirina giştî ya destana Mem û Zînê ye, lê belê tenê derxistina 22 beşên ji wê ye. Di her beşekê de şîroveyeke fireh a nêrînên Xanê heye; danasîna xwedawendî, mirov, gerdûn û çêbûn, nîqaş, têkiliya jin û mêr, işq û hezkirin."

Bohtî got armanca Xanê bi rêya Mem û Zînê yekitî û lihevkirina gelê Kurd bû û bi Mem û Zînê rewşa Kurd, êşên wan ji desthilatên wê demê, parçebûn û koçberiyê şîrove dike.

Li aliyekî din jî hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebûd Mexso axivî û wiha got: "Mîna vê berhema wêjeyî, dîrokî, felsefî û fikrî nivîsgeha Kurd û wêjeya Kurdî dewlemend dike."

Piştre pirtûk hate îmzekirin û li beşdaran hate belavkirin.

Nivîskarê Kurd Diyar Bohtî di 1958′an de li navçeya Dehî ya herêma Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê hate dinê. Beşa çandiniyê li Bakurê Kurdistanê xwendiye, 20 salan weke rojnamevan li Başûrê Kurdistanê, Ewropa û Rojava kar kiriye. Niha jî di beşa Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Rojava de mamoste ye. Beriya niha romana wî ya ′Gul Bişkuvîn′, dîwana helbestê ′Sehîdname′, romana ′Mexmûr′, ′Ferhenga Biwêjan′, romanên ′Soryaz 1 û Soryaz 2′ û romana′Gustîla Pîroz′ hatin îmzekirin. Her wiha pirûtka wî ya li ser rojnamegeriya Kurdî ′Rehbera Radyoyê′ û pirtûka zarokan ′Şengê û Pengê ji bo Zarokan′ hatin îmzekirin.

(fr)

ANHA