QSD′ê nasnameya şervanekî aşkera kir

QSD′ê nasnameya şervanekî xwe li Minbicê şehîd bû, aşkera kir.

QSD′ê nasnameya şervanekî aşkera kir
15 November 2023   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe ku di 14′ê Mijdarê de li Minbicê dema li ser erka xwe ya leşkerî şehîd bû, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

ervan Îsmaîl Mihemed Hemo (Ebdo Mesro) dema li ser erka xwe ya leşkerî li bajarokê Erîme yê Minbicê bû, şehîd bû. Hevrêyê me di demeke zû de tev li hêzên me yên leşkerî bû. Beşdarî gelek pêngavên leşkerî bû. Di berxwedana taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê, Şehba, Berxwedana Serdemê ya Efrînê de xwedî mohr bû. Li hember çete û hêzên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke mezin raber kir û di berxwedana li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de di 2012′yan de birîndar bû.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdan re dixwzin û soza xwe ya pêkanîna hêviyên xwe di welatekî ewle, aştiyane û ji terorê paqij de nû dikin.

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Navê tevgerî: Ebdo Mesro

Nav û paşnav: Îsmaîl Hemo

Navê dayikê: Fatme

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Sifîrê-1992

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Erîme-14′ê Mijdara 2023′yan."

(fr)