Li Qamişloyê hezar û 200 dar hatin çandin
Desteya Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê hezar û 200 darên merxê li gundê Navkur ê Qamişloyê çandin.
Desteya Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê, Şaredariya Gel a Qamişloyê û rêxistinên civaka sivîl 26`ê Mijdarê pêngavek ji bo çandina hezar û 200 darên merxê li gundê Navkur ê Qamişloyê da destpêkirin. Pêngav dê 4 rojan dewam bike.
Li gor berpirsên pêngavê, ev xebat di çarçoveya projeyekê de ye ku cihê çopê (Rodîko) veguherînin daristanekê. Berê 3 hezar û 500 dar lê hatibûn çandin. Rêxistinên civaka sivîl û xwendekarên Zanîngeha Rojava jî destek da projeyê.
Bi vê însiyatîfê re, hejmara darên li gundê Navkurê heta niha hatine çandin, gihaşt 4 hezar û 700’î.
Beriya çandina daran, Şaredariya Gel cihê çopê paqij kir. Ji bo avdana daran jî, hin karmend erkdar kirin.
Ev çend sal e ji cihê çopê bêhnên nexweş û ji ber şewitandina çopê gaz derdikevin. Ji ber wê aliyên têkildar sala 2021`an, cihê wê veguhast, da ku bi rêbazên çopê tune bike.
(şx)
ANHA