Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê ji bo 2 pirtûkên helbestê li Qamişloyê şahiya îmzekirinê li dar xist. Pirtûkek bi zimanê Kurdî bi navê ˊWa Şehîdˊ û ya din jî bi zimanê Erebî ˊWeda El Nasik El Exîr(Xatirxwestina Dawî ya Heram)ˊ e.

Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
Li Qamişlo şahiya îmzekirina 2 pirtûkan
28 sibat, 2024   20:26
QAMIŞLO

Şahiya îmzekirina pirtûka ˊWa Şehîdˊ ya helbestvan Hesîne Ehemd û pirtûka ˊWeda El Nasik El Exîrˊ ya nivîskar û rojnameger Ebdurehman Mihemed li Parka Xwendinê ya Qamişloyê hat lidarxistin. Di şahiyê de bi dehan rewşenbîr, kesayetên civakî û nûnerên ji malbatên şehîdan beşdar bûn.

Di şahiyê de hevseroka yekitiyê Anahîta Sîno axivî û derketina pirtûkên helbestê li her du helbestvanan pîroz kir û got: "Ew her du pirtûk 2 berhemên girîng ji bo nivîsgeha wêjeyê ya herêmê ye."

Dûre rexnegirê wêjeyî Ebdulmecîd Xelef rexneyeke wêjeyî li ser pirtûka ˊWeda El Nasik El Exîrˊ da. Her wiha nivîskar Xalis Mesor pirtûka ˊWa Şehîdˊ nirxand. Li dawiyê her du helbestvanan helbest xwendin, pirtûk îmze kirin û li beşdaran hatin belavkirin.

(fr)

ANHA