Girîngî û astengiya korîdora aborî ya nû

Hîn jî axaftina li ser projeya korîdora aborî ya nû didome. Tevî girîngiya wê û propagandaya ku jê re hatiye çêkirin, lê dîsa jî çavdêr dibînin ku li pêşiya wê gelek astengî hene. Gelo girîngiya vê projeyê çi ye? Astengiyên li pêşiya wê jî çi ne?

Girîngî û astengiya korîdora aborî ya nû
29 sibat, 2024   06:36
NAVENDA NÛÇEYAN 
GÎVARA ŞÊX NÛR

Projeya ˊkorîdora aborî ya nûˊ ku başûrê Asyayê bi Ewropayê ve bi rêya Kendava Erebî û Îsraîlê girê dide, piştî operasyona Hemasê ya di 7'ê Cotmeha borî de ji qadê dûr ma. Ev proje di 9'ê Îlona 2023'yan de di G 20'an a li bajarê Niyûdilhî yê Hindistanê de, hat erêkirin.

DYA, Erebistana Siûdî, Hindistan, Mîrnişîna Erebî, Fransa, Almanya, Îtalya û Yekitiya Ewropayê di wê civînê de li ser peymanekê îmze kir. Di encama wê de korîdoreke aborî ku Hindistanê bi Rojhilata Navîn û Ewropayê ve girê bide ya bi navê (IMEC) dê bê avakirin. Di korîdorê de rêyên tirênê, boriyên enerjiyê û kablên veguhastina agahiyan dê bên danîn.

Dewletên berpirs wiha li hev kir ku di 60 rojan de plansaziyekê amade bikin û hemû aliyên ku îmze bikin, dê bi dayîna pereyan ji bo projeyê pabend bin. Li gorî Hindistanê lêçûna projeyê nêzî 20 mîlyar dolar e.

DYAˊyê texmîn dike ku ev korîdor dê bandoreke erênî li aboriyê, bi rêya pêşxistina girêdana aborî di navbera Asya, Kendava Erebî û Ewropayê de, bike.

Proje ji 2 korîdoran pêk tê: korîdora rojhilat ku Hindistanê bi rêya Deryaya Ereb bi Kendava Erebî ve girê dide. Korîdora bakur ku Kendava Erebî bi rêya Îsraîl, Urdin, berava Deryaya Navîn a Spî bi Ewropayê ve girê dide.

Li gorî agahiyan, keştî dê bendavên Hindistanê ber bi Mîrnişîna Erebî ve bi rê bikevin. Piştre rêya tirênê di Erebistana Siûdî, Urdun û Îsraîlê re derbas bibe. Ji wir jî keştî ji kendava Deryaya Spî ber bi Yewnanistan û Îtalyayê ve bi rê bikevin. Ji wir jî bi rêya bejayî kel û pel li seranserî Ewropayê bên belavkirin.

ARMANCÊN PROJEYA KORÎDORA ABORÎ

Der barê rikberiya projeya Çînê ya "hîzam(belt) û rê(road)" de, armanca sereke ya projeya "korîdora aborî ya nû" ew e ku lêçûna lojîstîk a veguhastinê (lêçûna barkirin û sotemeniyê) bi rêjeya nêzî ji sedî 40 bê kêmkirin. Her wiha dewletên rojavayî destekê didin Hindistanê (rikbera sereke ya Çînê), ji ber ku Niyûdilhî ji ber zêdebûna hejmara şêniyên dê di aliyê mûçeya karmendan ji Çînê erzantir e.

Di aliyê aborî de jî serkeftina vê projeyê dê bihêle gaz ji dewletên Kendava Erebî bigihîje dewletêm rojavayî. Wê demê gaz û petrol Rûsyayê ji dewletên rojavayî ne pêwîst in.

Di aliyê siyasî de, ev korîdor dê dewletên Kendava Erebî ji Îsraîlê nêzîk bike. Nexasim ku DYAˊyê hewl dide Riyad û Til Avîvê ji hev du nêzîk bike. Tevgera dîplomasî ya dawîn a DYAˊyê li Rojhilata Navîn di mehên dawîn de jî nîşana vê yekê didin.

Her wiha ev proje hebûna Amerîkayê li herêmê xurt dike û rê li ber Çînê digire ku hewl dide dewletên Kendava Erebî ber xwe ve bikişîne.

Li kêleka projeya "hîzam û rê" ya Çînê ku ji ber şerên li Rojhilatê Navîn nehat temamkirin, projeya "korîdora aborî ya nû" hewcedara jîngeheke ewle ye da ku bê pêkanîn. Ji ber krîz û şerên ku piştî ragihandina vê projeyê rû dane, ev proje hat paşxistin. Nexasim wek operasyona Hemasê û şerê Qerebax di 19'ê Îlona par de.

ROLA  ASTENGKER A ÎRANÊ

Korîdor gaveke stratejîk a mezin e û dê bandorên siyasî, civakî û aborî wek ku me berê daye xuyakirin, bike. Nexasim nêzîkkirina dewletên Kendava Erebî û Til Avîvê. Ji ber wê jî Îranê xwest vê projeyê asteng bike, ji ber ku ew Hemasa Filisîtnê, Hizbullaha Lubnanê, Heşd Şabî ya Iraqê û Ensarellah El Hûsî ya Yemenê wek aliyên xwe yên xurt di herêmê de dibîne û wan ji bo peydakirina tevliheviyê li herêmê û rêgirtina li ber nêzîkbûna Erebistana Siûdî ji Îsraîlê re bi kar tîne.

Ji ber wê jî, şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de bandor li raya giştî ya Erebî kir û rola wî di rawestandina danûstandinan de hebû.

Korîdora aborî ya nû dê rêyeke ewle li şûna tengava Hurmiz peyda bike. Ew tengav jî ji aliyê Îranê ve li dijî dewletên Kendava Erebî û hêzên navneteweyî di demên awarte de tê bikaranîn. Her wiha dema ku proje di Heyfayê re, li şûna Beyrûtê derbas bibe, gelê Lubnanê gotin ku hebûna Hizbullah sedema dûrxistina Lubnanê ji projeyê ye.

ROLA ASTENGKER A TIRKIYEYÊ

Dûrxistina Tirkiyeyê ji projeyê hişt ew bibe aliyê herî zirardîtî ji vê projeyê. Ev jî di gotina Recep Tayyip Erdogan de derket pêş. Dema ku got, "Tu korîdor bêyî Tirkiye tune ne, xeta veguhastinê ya herî guncaw ji rojhilat ber bi rojava ve di Tirkiyeyê re derbas dibe."

Korîdora aborî rikberiya rêya "pêşxistina Iraqê" dike ku ew jî Kendava Erebî bi Tirkiye û Ewropayê ve bi rêyên tirênê û beravên Îmaratê, Qeter û Iraqê girê dide. Ev jî sedema nerazîbûna Tirkiyeyê li hember projeya "korîdora aborî ya nû" ye.

"Rêya pêşxistina Iraqê" di serdana serokwezîrê Iraqê ji bo Tiriyeyê di Adara 2023'yan de hat ragihandin. Hat diyarkirin ku ew rê ji rêyên tirênê ji bo veguhastina kel û pelan pêk tê. Di qonaxa yekemîn de 3.5 milyon ton û di qonaxa duyemîn de 7.5 milyon ton bên barkirin.

Ev rê ji bajarê Besra yê Iraqê dest pê dike da ku bi rêyên tirênê bi mîlyonan konteynir di navbera bakurê Kendava Erebî û beravên Tirkiyeyê de û piştre ber bi Ewropayê ve bên veguhastin.

Lêçûna wê wê projeyê 17 milyar dolar e. Dê li kêlek rê gelek bajarên endustiyê û avahî li Iraqê werin avakirin. Proje ji sê qonaxan pêk tê; qonaxa yekemîn di 2028ˊan de bi dawî dibe, qonaxa duyemîn di 2033ˊyan de û qonaxa sêyemîn di 2050ˊî de bi dawî dibe. Heta niha weke qonaxa destpêkê ji sedî 40  ji projeyê pêk hatiye. Lê li hember projeyê astengiyên hundirîn hene, di serî astengiya parastina îstîqrar û ewlehiyê û parçebûna siyasî, nakokiyên muhtemel bi hikumeta Herêma Kurdistanê re ku ew bawer dike ku plana projeyê xwe dispêre dûrxistina herêmê ji rêveçûna wê ya bejahî.

Armanca projeyê avakirina 15 stasyonê tirênê yên kel û pelan û siwaran li seranserî xetê. Tirên ji Besra ber bi Bexda heta bi sînorê Tirkiyeyê diçe. Hikumeta Iraqê hêvî dike ku tirnên bilez diçîn kel û pel û siwaran di saetê de 300 kîlometre derbas bike. Li kêlek wê jî navendên endustî yên herêmî û enerjiyê; boriyên petrol û gazê.

Ev rê siyaseta dewleta Tirkiyeyê ku nûnertiya dewleta navendî ya enerjiyê dike xurt dike. Ji ber ku bi wê rêyê Tirkiye petrol û gaza xwezayî ji Iraqê derdixe sûkên cîhanê. Bi vî awayî Tirkiye ji bo Iraqê dibe deriyê Ewropayê ku herdu dewlet dê bibin pir di navbera Ewropa û Asyayê de.

Lê lêkoler û analîzvan dibînin ku pêkanîna vê projeyê ne gengaz e, ji ber ku pêwîst e destekdayîna aborî ji bo wê ji aliyê herêmê ve bê erêkirin. Ne Îran, ne dewletên Kendava Erebî, ne DYA û ne jî Çîn dê vê projeyê erê bikin. Ji ber wê jî Tirkiye korîdora Zanjîro ya di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de bi awayekî demkî vekir da ku Azerbaycan bi Asyaya Navîn ve bê girêdan.

Li gorî datayan armanc ji êrişa Azerbaycanê di 19'ê Îlona borî de (piştî 10 rojan ji ragihandina projeya korîdora aborî ya nû) zextkirina li Ermenistanê bû da ku vê korîdorê veke. Lê belê pêşniyariya Tirkiyeyê rastî redkirina Îranî û Ermenistanî hat. Her wiha lihevkirinên leşkerî yên Fransa û DYA bi Ermenistanê re hişt ev korîdor venebe.

ASTENGKIRINA PROJEYÊ

Paşguhkirina Tirkiye û Îranê di projeyê de li gorî Enqereyê derbeyeke giran e. Berpirsên Îranê jî ev proje wek metirsiya li ser beravên Îranê û korîdora "bakur başûr" di navbera Rûsya û Hindistanê de dît. Her wiha Rûsya jî xwest bi rêya vê projeyê ku rikberiya projeya Çînê ya "hîzma û rê" dike, metirsiyê bide Çînê.

Ji ber wê jî, ji ber ku proje di tengava Hurmiz re derbas dibe, wê demê Îran dê bikare gefê li korîdorê bixwe û tevgera wê rawestîne. Her wiha ew di Deryaya Spî re jî derbas dibe, li wir jî kontrola Tirkiyeyê zêde dibe û zehmet e ku ew bê derbaskirin bi taybetî eger bê zanîn ku armancên projeyê yên siyasî û îdeolojî hene.

Her wiha, li pêşiya vê projeyê astengiya şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de heye. Ev jî gefê li "derbasbûna ewle" ya kel û pelan li Heyfayê dixwe. Her wiha ji ber ku zirara vê projeyê digihîje Îran û Tirkiyeyê jî, wê demê dibe ku ew bi hev re hevkariyê bikin da ku projeyê têk bibin.

(mh)

ANHA