Li Qamişlo ji ber bahoza dijwar zarokekî jiyana xwe ji dest da

Ji ber bahozeke dijwar, li bajarê Qamişlo zarokê bi navê Mecid Hemdan El Yasîn ê 17 salîn jiyana xwe ji dest da.

Li Qamişlo ji ber bahoza dijwar zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Qamişlo ji ber bahoza dijwar zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Qamişlo ji ber bahoza dijwar zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Qamişlo ji ber bahoza dijwar zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Qamişlo ji ber bahoza dijwar zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Qamişlo ji ber bahoza dijwar zarokekî jiyana xwe ji dest da
30 nîsan, 2025   10:49
QAMIŞLO

Duh, Sêşemê, bahozeke dijwar li bajarê Qamişlo rabû û bû sedema mirina zarokê bi navê Mecd Hemdan El Yasîn.

Mecd û birayê wî Riyad li bajarokê Girbawî yê li gundewarê Qamişloyê ne, dema li ser kar bûn û dîwarê nû hatiye avakirin av didan, ji ber bayê dijwa dîwar hilweşiya û bi ser Mecid de ket û bi giranî birîndar bû. Mecid ji birînên xwe li nexweşxaneya Texesusî ya Qamişlo jiyana xwe jidest da.

Mecid Hemdan El Yasîn ji gundê Subha yê ku 25 kîlometre dikeve başûrê bajarê Qamişlo ye. Cenazeyê wî îro li gundê Til El Zehab hate veşartin.

ANHA