Li pêşiya agirbesta li Xezayê astengî hene

Heta vê kêliyê hewldanên navbeynkaran wekî Misir, Qeter û DYA`yê ji bo ku agirbest li Xezayê bi hatina Remezanê re pêk were, asteng in.

Li pêşiya agirbesta li Xezayê astengî hene
11 adar, 2024   11:09
BEYRÛT
RANYA EL UBEYD

Bi destpêkirina Remezanê re, heta niha çarenûsa dan û standinên têkildarî agirbesta li Xezayê ne zelal e û li pêşiya hewldanên navbeynkaran gelek astengî hene.

Heta niha dema ji nû ve destpêkirina dan û standinên agirbestê diyar nebûye. Kanala nûçeyan a Qahîreyê ragihand ku dan û standin dê destpêka vê hefteyê dest pê bikin.

Lê belê xalên nakok hene ku li pêşiya ragihandina agirbestê bûne kelem. Li aliyekê Hemas ji bo destpêkirina dan û standinan, rawestandina êrişan û şer, dagirkirina Xezayê û destpêkirina xebatên ji nû ve avakirinê, wek şert daniye.

Îsraîl jî, van şertan red dike û destnîşan dike ku heta tunekirina Hemasê dê şer dewam bike. Her wiha daxwaz dike ku Hemas lîsteya navên dîlgirtiyan pêşkêş bike ku hîna li Xezayê girtî ne.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hewl dide rewşê aram bike ji bo ku kareseteke mirovî li Xezayê pêk neyê, heke agirbest pêk nehat. Joe Biden diyar kir ku agirbest ne pêkan e. Wezîrê karên derve Antony Blinken jî teqezî bi rawestandina şer kir.

Blinken got: "Niha bi destê Hemasê ye ku şer rawestîne yan na. Însiyatîf di destê wê de ye. Ev dê rê veke ku alîkariyên mirovî bikevin Xezayê û dan û standin têkildarî çareseriyeke daîm li dar bikevin."

AGIRBESTA LI XEZAYÊ JI BO LUBNANÊ NE DERBASDAR E

Îsraîlê di helwesta xwe de diyar kiribû ku heke agirbest li Xezayê pêk were jî, êrişên xwe yên leşkerî yên li dijî Hizbullaha Lubnanê dê li ser sînorên Lubnanê ranewestîne.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant gotibû: "Hizbullah me ber bi şer ve dikişîne. Em ê şêniyan li bakur vegerînin, hezkî bi rêya şer be."

Yoav Gallant destnîşan kir ku dê navendên Hizbullahê topbaran bike heta ku agirbest bi Hemasê re li Xezayê pêk nehat.

Li beramberî wê Hizbullah dibêje heke agirbest li Xezayê pêk were, divê li başûrê Lubnanê jî pêk bê. Di daxuyaniyan de ragihand ku ew ê bi tenê li hember Îsraîlê şer neke û israr kir ku ji bo piştgiriya Xezayê wê eniya li başûrê Lubnanê vekiriye.

Li hember hişkbûna her du aliyên şer; Îsraîl û Hemasê, rojnamevan û analîzvanê siyasî yê ji Lubnanê Tonî Bolos got: "Ji encamên şerê li Xezayê diyar dibe ku Îsraîl bi ser ketiye, ji ber wê di şertên xwe yên agirbestê de serhişk e."

Li gorî Bolos, di destê Hemasê ji bilî dosyaya dîlgirtiyan tu çek nemane û ne ji wê dosyayê bûya, Îsraîl dê tevahî navendên Hemasê dagir kiribana û Hemas tune kiriba.

Girêdayî rewşa li Lubnanê Bolos got: "Ji destpêka şer ve, Hizbullahê gelekî winda kir. Eniyeke li başûrê Lubnanê vekir, lê ev ne li gorî hesabên wê bû. Ji ber ku Îsraîl di aliyê leşkerî de xurt e û xwedî teknolojiyeke pêşketî ye. Faktoreke din heye, ew jî îstixbaratî ye ku Îsraîlê gelek fermandarên leşkerî yên Hizbullahê hedef girtin."

(şx)

ANHA