Xelkê Idlibê careke din li hemberî çeteyan rabû

Xelkê gundewarên Idlibê careke din li hemberî binpêkirinên domdar ên çeteyên "Tehrîr El Şam" xwepêşandanek li dar xist.

Xelkê Idlibê careke din li hemberî çeteyan rabû
11 adar, 2024   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) parve kiriye, xelkê bajarê Ermenaz û bajarokê Teûm ên Idlibê duh bi şev li hemberî kiryarên çeteyên "Tehrîr El Şam" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, xwepêşandanek li dar xist.

Li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê gelek caran li hemberî kiryarên çete û dagirkeran xwepêşandan li dar dikevin.

(bb)