Li Perûyê bûyereke ecêb: Çemek sor bûye

Li paytexa Perûyê Lîmaya rengê çemê Rimac ji nişka ve sor bû. Vê yekê niştecih û rayedar xistin nava fikaran.

Li Perûyê bûyereke ecêb: Çemek sor bûye
7 sibat, 2025   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Çemê Rimac ku di paytexta Perûyê Lîmayê re derbas dibe, ji nişka ve sor bûye. Ji ber ku çem çavkaniya herî girîng a avê ya li welêt e, welatî û rayedar di nava fikaran de ne.

Der barê sedemên guhertina rengê çem de lêkolîn hatiye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de nimûneyên avê şandine laboratûwarekê da ku were zanîn bê ka madeyên kîmyewî di ava çem de hene yan na.

Pispora jîngehê Maria Angelica Villasanti diyar kir ku guherîna rengê çem ne ji ber "lanetê" bû wekî ku hin kesan şîrove kiriye û got ew bawer dike ku ev guhertin ji ber qirêjiya pîşesazî ya ji kargehên li herêmê yên ku qirêjên rengîn diavêjin çem, çêbûye.

Li hewza Santa Eulalia herî kêm 30 kanî û zêdetirî 500 lûleyên avê hene ku rasterast diherikin çem.

Servîsa Ava Vexwarinê û Paqijkirinê ya Lîmayê (Sedapal) ragihand ku tevî renginbûna ecêb a çem, lê av hîna ji bo vexwarinê ewle ye.

Li gorî servîsa avê "Komkirin û paqijkirina avê li stasyonên me, li gorî pîvanên kalîteyê bi asayî berdewam dikin."

Hêjayî gotinê ye ku dirêjahiya çemê Rimac 160 km ye û herêmên bakur û başûrê paytext Lîmayê ji hev vediqetîne.

(bb)