Li Parka Arî 47 dar hatin çandin

Komeleya Warşîn ji bo xweşikkirina Parka Arî û pajiya hewayê 12 darên çamê û 35 gulên hilkişînê li parkê çandin.

Li Parka Arî 47 dar hatin çandin
Li Parka Arî 47 dar hatin çandin
Li Parka Arî 47 dar hatin çandin
3 gulan, 2026   13:47
QAMIŞLO

Komeleya Warşîn bi tensîqa bi Desteya Ekolojiyê û beşê jîngehê yê Şaredariya Gel a Qamişloyê re li Parka Arî ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê dar çandin. 

Komeleyê ji bo xweşikkirina parkê û armanca paqijiya hewayê 12 darên çamê û 35 gulên hilkişînê (gulên ku bi dîwaran ve hildikişin) çandin.

Komeleyê ji destpêka salê ve zêdetirî 350 dar li nava bajêr çandine û projeyên wan ên ekolojîk dê bidomin.

(bî)

ANHA