Îran: Vebijarkên DYA`yê yan şerekî ne gengaz yan jî peymanek xirab in

Pasdarên Şoreşê yên Îranê destnîşan kir ku niha du vebijêrk li pêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hene, yan pêkanîna operasyonek leşkerî ya "ne gengaz" yan jî pejirandina "peymanek xirab" bi Tehranê re.

Îran: Vebijarkên DYA`yê yan şerekî ne gengaz yan jî peymanek xirab in
3 gulan, 2026   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Pasdarên Şoreşê yên Îranê îro ragihand ku DYA`yê bi du  vebijarkan re rû bi bû ye;  yan operasyonek leşkerî ya "ne gengaz" an "peymanek xirab" bi Îranê re.

Di daxuyaniyekê de ku li ser televîzyona dewletê hate weşandin, şaxa îstîxbaratê ya Pasdarên Şoreşê diyar kir ku "Divê Serokê DYA`yê Donald Trump di navbera operasyonek ne gengaz an peymanek xirab bi Komara Îslamî ya Îranê re hilbijêre."

Pasdarên Şoreşê bal kişand ser guherîna helwestên Çîn, Rûsya û Ewropayê ber bi Washingtonê ve, her wiha bal kişand ser "dema dawî" ya ku ji hêla Tehranê ve ji bo bidawîkirina dorpêça deryayî ya DYA`ê li ser benderên Îranê hatiye danîn.

(k)