Li Parîsê civîna bilind a 'Hurmuzê'

Lîderên li Parîsê bi pêşengiya Fransayê li hev dicivin, wê ji bo ewlehiya ger û geşta li Tengava Hurmuzê li ser mîsyoneke navneteweyî ya bêyî DYA'yê nîqaş bikin. Tê plankirin ku ev hewldan bi bidawîbûna şer re bikeve meriyetê.

Li Parîsê civîna bilind a 'Hurmuzê'
17 nîsan, 2026   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, serokwezîrê Qraliyeta Yekbûyî Keir Starmer û serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ji bo nirxandina mîsyoneke navneteweyî ya ji bo pêkanîna ewlehiya ger û geşta li Tengava Hurmuzê îro li Parîsê dicivin.

Li gorî agahiyên ku Serokkomariya Fransayê dane, Ji Ewropa, Rojhilata Navîn, Asya û Amerîkaya Latîn nûnerên nêzî 40 welatan jî wê bi rêya online beşdarî civînê bibin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê hem tev li mîsyona navborî neyê kirin, hem jî beşdarî konferansê nebe.

Rêveberiya Parîsê misogerkirina ewlehiya Tengava Hurmuzê wek "karekî sereke yê lezgîn" dibîne. Li tengavê ku ji aliyê hevsengiya aborî ya global ve gelekî girîng e, tê xwestin ku trafîka keştiyên bazirganiyê bê ewlekirin.

Fransa û Qraliyeta Yekbûyî ragihand ku wan dest bi amadekariya mîsyoneke ewlekariyê kiriye ku piştî bidawîbûna şer li gel jinûve vekirina tengavê bixebite. Rêveberiya Londonê destnîşan dike ku divê piştgirî ji operasyonên hêsanîkirina sektora trafîka bazirganiyê ya deryayî û paqijkirina mayinan re bê dayîn.

Qesra Elysee jî diyar dike ku mîsyona ku tê plankirin bê avakirin teqez bi armanca parastinê ye û wê ji tevlêbûna welatên ku ne aliyê şer re vekirî be. Rayedarên Fransayê anîn ziman ku koordînasyona bi DYA'yê re dikare bê kirin, lê koalîsyoneke yekser dê pê re neyê kirin.

Ji bo mîsyon bikeve meriyetê, bidawîbûna şer wek şert tê danîn.