Li Antalyayê Foruma Dîplomasiyê tê lidarxixstin

5'emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF2026)  tê lidarxistin. Forum heta 19`ê Nîsanê berdewam bike.

Li Antalyayê Foruma Dîplomasiyê tê lidarxixstin
17 nîsan, 2026   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêncemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê, îro bi beşdariyeke berfireh a rêber û berpirsên ji çar aliyên cîhanê dest pê kir. Forum dê heta 19`ê Nîsanê berdewam bikin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ji zêdetirî 150 welatan nêzîkî 5 hezar kes beşdarî forûmê dibin, di nav wan de zêdetirî 20 serokên dewlet û hikûmetan, nêzîkî 15 cîgirên serokkomar û serokên hikûmetan, zêdetirî 50 wezîr, di nav de zêdetirî 40 wezîrên derve. Wekî din, nêzîkî 460 kesayetên payebilind, nûnerên rêxistinên navneteweyî, akademîsyen û xwendekar jî beşdar dibin.

Di foruma îsal de zêdetirî 40 rûniştin li ser gelek mijaran bi taybetî li ser pêşketinên siyasî, aborî, jîngehê û teknolojîk, her weha pirsgirêkên herêmî yên wekî şerê li Îranê û rewşa li Xezayê werin lidarxistin.

Li kêleka forumê, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri hevdîtin bi Serokê Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Yemenê Şayi Muhsin El Zindanî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev û hin rayedarên din ên welatan re pêk anî.

(k)