Li Pakistanê di êrişeke xwekujî de bi kêmanî 12 polîs hatin kuştin

Li bajarê Bannu yê li bakurrojavayê Pakistanê, di êrişa bombeyî de herî kêm 12 polîs mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Rayedaran diyar kirin ku piştî êrişê li herêmê şer dewam dike.

Li Pakistanê di êrişeke xwekujî de bi kêmanî 12 polîs hatin kuştin
10 gulan, 2026   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî çavkaniyên polîsan, êriş roja Şemiyê li taxa Fatih Hel a li Bannuyê li hemberî nuqteyeke polîsan hate kirin. Piştî ku êrişkarê xwekuj bi wesayita bombebarkirî li benda kontrolê xist, milîtanên çekdar avêtin ser qereqolê.

Ji raydaren emniyeta Bannuyê Muhammed Sacid Han diyar kir ku di êrişê de 12 wezîfedarên ewlekariyê hatin kuştin, polîsek jî winda ye. Rayedarên ku ji Reutersê re axivîn anîn ziman ku di dema bûyerê de li herêmê nêzî 15 polîs hebûn.

Piştî êrişê hêzên ewlekariyê ber bi herêmê ve hatin veguhestin. Hate ragihandin ku milîtanan kemîn danîn pêşiya hêzên ewlekariyê. Piştî ku birîndar rakirin nexweşxaneyan li nexweşxaneyên dewletê yên li Bannuyê rewşa awarte hate ragihandin.

Çavkaniyên polîsan îdîa kirin ku di êrişê de drone jî hatine bikaranîn. Hate ragihandin ku rêxistina Harakat-ul-Mujahidin a ser bi El Qaîdeyê berpirsyariya êrişê li xwe girtiye.

Fikar zêde bûn ku êriş rageşiya navbera Pakistan û Efganistanê jinûve mezin bike. Rêveberiya Îslamabadê demeke dirêj e îdîa dike ku komên çekdar ên li Efganistanê êrişî xaka Pakistanê dikin. Rêveberiya Talîbanê jî van sûcdariyan red dike.